6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê derfeta hevdîtinê bi Ocalan re, bê çêkirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê destnîşan kir ku bi nêzbûna hilbijartinan re hin alî ji bo dengan serî li manîpulasyonan didin û wiha got “Ya divê bê kirin ew e ku derfeta hevdîtînê ya bi Abdullah Ocalan re bi lez û bez bê çêkirin.”

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Ocalan ku 25 meh in tu agahî jê nayê girtin û nîqaşên der barê wî de ku ev demek e tên kirin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo gelên Tirkiyeyê gelek giring in û têkildarê hilbijartinan got: “Hêviya me ew e ku ev hilbijartin ji bo siberojeke demokratîk û aştiyê bi encam bibin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê destnîşan kir ku bi nêzbûna hilbijartinan re hin alî ji bo dengan serî li manîpulasyonan didin û wiha got: “Birêz Ocalan di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin û 25 meh in em tu agahiyê jê nagirin. Lê tevî vê yekê jî, hin derdor rewşa birêz Ocalan dikin mijara dezenformasyonê. Ji ber vê, em parêzerên wî neçar man ku têkildarê vê hin xalan belav bikin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, di xalên belav kirin de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û negirtina tu agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û redkirina serlêdanên parêzeran û malbatê.

Buroyê destnîşan kir ku Girtîgeha Îmraliyê ji roja hatiye avakirin heya niha armanca wê di warê ruhî û laşî de rizandina girtiyan e û got ku lewma nayê qebûlkirin ku Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê, bi awayekî magazînî bê nîqaşkirin.

Buroyê di daxuyaniyê de îşaret bi nîqaşên tên kirin kir û got: “Em dixwazin careke din destnîşan bikin; em ji 25’ê Adara 2021’ê heya niha tu agahiyê ji Ocalan nagirin. Tevî hemû serlêdanên parêzeran û malbatê jî em tu agahiyê ji Ocalan û her sê miwekîlên xwe yên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de nagirin. Bi vê, fikar li me û raya giştî peyda dibin.

Di pêvajoya hilbijartinê de navendên siyasî, di ser Ocalan re ketine pêşbaziya propagandayê. Em ji tevahiya civakê re dibêjin ku şert û mercên tecrîda girankirî didomin û ev nîqaş bêyî haya Ocalan jê hebe tên kirin. Ya ku divê bê kirin ew e ku demildest Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Di van şert û mercan de ku derfetên xweîfadekirinê yên Ocalan tu nîn in, em wiha difikirin ku paşguhkirina tecrîdê an jî nîqaşên spekulatîf, ne rast in. Em yeqîn dikin ku wê her kes vê hesasiyetê esas bigire û li wê gorê tevbigere.”