3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KESK: Ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye

Hevserokê Egîtîm Sena Amedê Zulkuf Guneş diyar kir ku endamên KESK’ê yên ji bo li ser sindoqan bibin wezîfedar navê xwe nivîsandine lê navên wan hatine jêbirin û got: “Ewlehiya hilbijartinê di bin xetereyê ye.”

Tê gotin Wezîrê Karên Navxweyî yê AKP’yî Suleyman Soylû walîtiyên bajaran wezîfedar kiriye ku agahiyên ji sindoqan derkeve jê rê bên şandin. He wiha ev nîqaş hê didome, vê carê jî tê gotin ku endamên sendîkayên muxalîf ku dixwazin li dibistanan wezîfedariya sindogan bikin, navê wan ji lîsteyan hatine derxistin. Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) a Jimara 1’an a Şaxa Amedê li avahiya xwe têkildarî vê mijarê daxuyanî da.

Hevserokê Egîtîm Senê ya Amedê Zulkuf Guneş diyar kir ku endamên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li navçeyên Sûr û Bajarê Nû yên Amedê ji bo di desteyên sindoqan de wezîfeyê bigirin serlêdan kirine lê navê wan ji lîsteyan hatine derxistin. Guneş anî ziman ev muameleya li ser endamên KESK’ê nayê qebûlkirin û wiha got: “Em carek din diyar dikin ku ewlehiya hilbijartinê di bin xetereyê ye. Em bang li hemû endam û aktîvîstên xwe dikin ku roja hilbijartinê bi seferberî xwedî li sindoqan derkevin.”

Guneş anî ziman ku ew ê tevî hemû astengiyan jî xwedî li sindoqan derkevin û dê roja hilbijartinê Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê ku ew jî pêkhateyên wê ne dê Navenda Çavdêriyê ya Hilbijartinê ava bikin.