2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin

Namzetê suryan ê Partiya Çepên Kesk Edîp Arslan bal kişand ser rengîniya partiya xwe û wiha got: “Divê hemû gelên me di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek. Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin.”

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin. Di lîsteyên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk de ji suryanan heta ermen û elewiyan, hemû derdorên bindest û rastî polîtîkaya cihêkariyê tên, tê de cih digirin. Yek ji van nasnameyên cuda jî namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê herêma 3’yan a Stenbolê Edîp Arslan e. Arslan, bi eslê xwe suryan e û di sala 1965’an de li gundê Aynvert ê navçeya Mîdyad a Mêrdînê ji dayik bû. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Rûkiye Adiguzel bi Edîp Arslan re axivî.

Arslan, got ku zextên li ser suryanan piştî qirkirina 1915’an a li dijî ermen û suryanan heta niha qet bi dawî nebûne û ev tişt anî ziman: “Piştî Serhildana Nastûran, 86 hezar suryan ji xaka xwe hatin koçberkirin. Piştre jî li Stenbolê bûyerên 6-7’ê Îlonê qewimîn. Xwestin heman tiştî li Mîdyadê jî bikin. Ji ber ku serokeşîrê kurd ev yek qebûl nekir, di qezaya trafîkê ya kontrgerîlayê de hate qetilkirin. Wê demê ji sedî 95’ê Mîdyadê suryan bû. Di salên 1964-65-67’an, di 74’an de bûyerên Qibrisê çêbûn. Zextên li ser suryanan di van pêvajoyan de jî dewam kir.”

Divê birîn bê dermankirin

Arslan, anî ziman ku tevî van zextan jî wan tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedane û wiha pê de çû: “Divê ev têkoşîn were zanîn. Li vir birînek heye. Heta ku ev birîn neyê dermankirin, dê nekewe.  Heta tehemula kesên 70 salî jî nekirin. Ev yek bi qasî dewletê, ew qas jî sûcê hêzên herêmî bû. Ji ber ku bi hev re kirin. Divê êdî em van tiştan derbas bikin. Heman zext li her deverê çêbûn. Piştî ku ez ketim nava Meclisa Gel û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), min çerkez, laz, gurcî û pomak nas kirin. Min dît ku derdên wan jî giran in. Belkî ew bi qasî me tiştên nebaş nejiyan. Lê rastî pişaftinê hatin. Dibêjin; ’50-60 sal berê ji sedî 90’ê gelê me bi zimanê xwe diaxivîn lê niha ji sedî 10 diaxivin. Heke wiha bidome dê zimanê me tune bibe.’ Heke ne ji tevgera kurd bûya, dê ferqa kurdan jî ji pomakan cudatir nebûya.”

Em tev mirovên vê erdnîgarıyê ne’

Di dewamê de Arslan got ku wî mirovên cuda piştî 12’ê Îlonê nas kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hêj nû ketim ferqa hinek tiştan. Tevgera kurd jî peyamên xweş didan. Piştre jî siyasî bû. Weke mînak; derxistina Leyla Zana û parlamenterên din ji meclisê mirov pir diêşand. Dengê ku te daye tune dihat hesibandin. Min digot; ‘nexwe mirov van êşan dikişînin.’ Me jî pê re peywendî danîn û ji avakirina Bloka Demokrasiyê heta niha jî di nav de me. Min herî dawî jî bo parlamenteriyê serlêdan kir. Partiyê jî guncav dît. Xelkê me li herêma 3’yemîn pir e. Li Bahçelîevlerê rûdinim. Potansiyeleke Bagcilar, Gungoren, Esenyurt, Kuçukçekmece, Avcilar û Sîlîvriyê pir zêde ye. Hema tenê bila gelê me xwedî derkeve bes e. Em mirovên vê erdnîgariyê ne.”

Di dewamê de Arslan got ku nasnameyê li Tirkiye û Kurdistanê hêj nû tên naskirin û wiha derbirî: “Wan ji bo me digotin ‘fileh.’ Min digot; ‘na ez fileh nînim.’ Di zimanê erebî de fileh tê wateya ‘xulamê min.’ Ez vê qebûl nakim. Ez suryan im. Tu carî ji bîr nakim; salekê me di 23’yê kanûnê de cejna misilman pîroz kir, di 25’ê kanûnê de me noela xwe pîroz kir û rojekê piştre jî em çûn gundê êzidiyan û me cejna wan pîroz kir. Me sê cejnên pir delal li pey hev pîroz kirin.”

Divê komkujiya Seyfo were naskirin

Bi domdarî Arslan bal kişand ser daxwazên gelê suryan û ev tişt anî ziman: “Daxwaza suryanan pir zelal e. Em dixwazin bi dilrihetî vegerin gundên xwe. Hinek kes ev 40 sal in li derveyî welat in. Gelek jê bi qaçaxî reviyan. Ji welatîtiyê hatin derxistin. Divê ev kes dîsa bibin welatî û di vê mijarê de tu astengî jê re neyên derxistin. Parlamentoya Ewropayê Komkujiya Seyfoyê qebûl kiriye lê ev bi xema min nîn e. Ji ber ku bûyer li vir qewimî. Ya muhim ew e ku temînat were dayîn ku ev bûyer êdî dubare nebe û rexnedayîn were kirin. Hrant Dînk digot; ‘Her malbateke ermen belgeyek e.’ Her malbateke suryan jî belgeyek e. Em dizanin bê ka çi bi serê me hatiye. Lewma ya girîng ew e ku Komkujiya Seyfo were qebûlkirin.”

Bang li her kesî kir

Arslan, got ku ev 40 sal in di pasajan de dixebite û axaftina xwe wiha qedand: “Bi rastî jî krîzeke mezin a aboriyê heye. Heke ev îktîdar bidome, dê roj were ku em xweziyê bi van rojan bînin. Lewma hilbijartinên 14’ê gulanê pir girîng in. Divê hemû nasname bi rengê xwe li meclisê bin. Niha gelek parlamenterên kurd li meclisê hene. Lê ne bi nasnameya xwe ya kurd lê bi partiyên pergalê re. Heke em 150 parlamenteran bişînin parlamentoyê, bi rastî wê demê dê bibe parlamentoyeke gelek xweşik. Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin. Partiya Çepên Kesk di serî de kurd, partiya ermen, suryan, elewî, pomak, çerkes, arnavut û hemû gelan e. Heke em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek, em ê bikarin vê zîhniyetê hilweşînin û jiyaneke nû ava bikin.”