8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şirnexê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li ser rêya di navbera Gundikê melê û bajarokê Sêgirkê de otobûsa rêwiyan qeza kir. Di qezayê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Îro di danê sibehê de otobûseke rêwiyan a Fîrmaya Cîzre Nûh, li nêzî Tabûra Besta Xabûr a di navbera bajarokê Gundikêmelê û bajarokê Sêgirka girêdayî Qilebana Şirnexê de qeza kir û wergeriya. Piştî agahdarkirinê, tîmên 112’ê û leşker li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Li gorî agahiyan, di qezayê de 2 welatiyên ku hêj navên wan nehatin zelalkirin jiyana xwe ji dest da û gelek welatî jî birîndar bûn.

Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane û welatiyên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin veguhestin.

Piştî qezayê, li cihê bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.