17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzetên Amedê bi ciwanan re civiyan

Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn bi ciwanan re li ser gelek mijaran axivîn û dan zanîn ku ew ê vî bajarî bi ciwanan rakin ser piyan.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya komxebata xwe ya 3’yemîn a bi navê “Bernameya Hevdîtina Rêveberên Xwecihî ya bi Rêxistinên Sivîl ên Civakî re” de panelek li dar xist. Endamên meclisa ciwanan û gelek xwendekarên zanîngehê tev li komxebata li oteleke li Sûra Amedê hatiye lidarxistin bûn. Namzetên hevseroktiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn tev li komxebatê bûn û pirsgirêkên ciwanan guhdar kirin.

‘Em ê vî bajarî bi ciwanan rakin ser piyan’

Di komxebatê de namzetê hevserokatiyê Dogan Hatûn axivî û ev tişt gotin: “Bila hemû ciwan amadehiyên xwe bikin, em ê vî bajarî bi wan re rakin ser piyan. Divê di hemû qadên jiyanê de bibin pêşeng û pêşiya gel vekin. Ciwan pêşeroja vî gelî ne. Em bi vê yekê bawer in, me ciwan dest bi siyaseta xwe kir, êm ciwan didomînin û em ê wek ciwan ser bikevin.”

‘Divê ciwan birêxistin bin’

Piştre bernamzeta hevşaredariyê Serra Bûcak mafê axaftinê girt û da zanîn ku bi ciwanan re hatina ba hev ji wan re pir bi wate ye û wiha axivî: “Em ê piştî 31’ê adêrê di şaredariyan de ‘Konseyên Bajêr’ û ‘Meclisên Ciwanan’ ava bikin û dê xebata bi hev re tê kirin ji bo me pir girîng be. Em ê bersiveke xurt bidin qeyûmê ku di 8 salên dawî de jin û ciwanan hedef digirin. Em dibînin ku ev demeke dirêj e ciwan di siyaseta me de kêm in. Di têkoşîna statuya kurdan de û çareseriya pirsgirêka kurd de rola ciwanan gelek girîng e. Lê belê di erdnîgariya me de texrîbatek wisa mezin ava bû ku, ji vê yekê herî zêde ciwan bandor bûn. Ji ber vê yekê pêşniyara min ji ciwanan re bila xwe rêxistin bikin.

Piştî axaftina vekirinê komxebat ji çapemeniyê re girtî dom kir.