7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tulay Hatîmogullari: Mêrdîn bihişta gelan e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, li Stewrê beşdarî civîna gel bû û got: “Piştgiriya we ya ji bo DEM Partiyê peyama herî mezin e ku em ê bidin Tirkiyeyê."

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, li Stewrê beşdarî civîna gel bû û got: “Piştgiriya we ya ji bo DEM Partiyê peyama herî mezin e ku em ê bidin Tirkiyeyê.” Tuncer Bakirhan jî li Sêrtê bi gel re hat cem hev.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi gel re hat cem hev. Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk û namzedên Stewrê Hatîce Oncu û Selahattîn Onder û parlamenterên DEM Partiyê George Aslan û Bêrîtan Guneş Altin jî tevlî hevdîtinê bûn.  Di hevdîtinê de Tulay  Hatimogullari bal kişand ser hilbijartina herêmî û got: “Mêrdîn ji bo gelan bexçeyê bihuştê ye. Xwezî xwişk û biratiya gelan li her derê pêk bihata. Ji ber ku hikûmeta AKP’ê nekarî me di hilbijartinê de têk bibe, serî li tayînkirina qeyûman dan. Qeyûm diz e, hewl da îradeya gel bidize. Em soz didin ku em ê dizan bişînin û her kes bi zimanê xwe xizmetê bigire. Qeyûm li vir tabelayên kurdî rakir, wek li gelek cihan. Qeyûm ji Stewrê re rê neanî û şaredarî xist bin deynan. Hûn ê piştgiriya herî mezin bidin DEM Partiyê ku xwişk û biratiya gelan diparêze. DEM Partî partiya gel e. Piştgiriya we ya ji bo DEM Partiyê peyama herî mezin e ku em ê bidin Tirkiyeyê. Em ê careke din feraseta azadiya jinê, şaredariya demokratîk a ekolojîk nîşanî dost û dijminan bidin. Em xwişkên Jîna Emînî ne û em ê bi ‘Jin jiyan azadî’ biçin hilbijartinê. Em ê di 31’ê Adarê de bi hevserokên xwe re li vê qadê govenda serketinê bigerînin.”

Piştî axaftinan Tulay Hatimogulları û şandeya ku pê re derbasî hevdîtina gel a Mîdyadê bûn.

Bakirhan li Sêrtê esnaf ziyaret kir

Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî di çarçoveya bernameya hilbijartinê de çû Sêrtê. Bakirhan ewilî çû navçeya Dihê. Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi û parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş jî bi Bakirhan re serdana bajêr kirin.  Bakirhan ji aliyê partiyiyan ve di ketina navçeyê de hate pêşwazîkirin. Ewil hate ber avahiya partiyê. Bakirhan partiyi silav kir, pişt re serdana dikandaran kir. Di serdanê de welatiyan her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berzkirin.  Bakirhan heta buroya hilbijartinê meşiya û li vir ji gelê navçeyê re axivî.

Gelê Misircê Bakirhan bi girseyî pêşwazî kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan û kesên pê re, piştî navçeya Dihê ya Sêrtê derbasî navçeya Misircê bûn. Bakirhan ê ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazîkirin, di hevdîtina bi gel re ya tê lidarxistin de li ser girîngî û wateya hilbijartinê û polîtîkayên qeyûman axivî.