9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên windakirî pirsin

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bûn û bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên ên Cîhanê, aqûbeta jinên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin pirsin.

Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin, cara 989’emîn li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiya ku parazvanên mafên mirovan jî piştgirî dayê de, Dayikên/Mirovên Şemiyê yên wêneyên windakiriyan û qûrnefîl di destê wan de bûn, vê hefteyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aqûbeta jinên hatine hatine windakirin pirsîn.  Xwişka Hasan Ocak ê piştî di 21’ê Adara 1995’an de di bin çavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin, cenazeyê wî li goristana bêkesan hate dîtin, Masîde Ocak daxuyanî xwend. Ocak anî ziman ku li ber bariyerên hesin ku nahêlin ew bigihin cihê xwe yê bi windakiriyên xwe re tên gelhev, me jinên windakirî ji bîr nekirin e û wiha axivî: “Makbûle Okdem a di sala 1991’an de li Cizîrê hate binçavkirin û piştî 18 salan dema xebatên çêkirina rê de hestiyên wê hatin dîtin, Ayten Ozturk a di 27’ê tîrmeha 1992’yan de li Dêrsimê hate binçavkirin û piştî 8 rojan laşê wê yê ji ber îşkenceyê nehate nasîn li Kartepe ya Karşiyaka ya Xarpêtê veşartî hate dîtin, Ridda Yavûz a di 14’ê tebaxa 1992’yan de piştî li Dêrîka Mêrdînê bi 2 kesan re hate binçavkirin û pişt re agahî jê nehate wergirtin, Sedîka Dal a di îlona 1993’yan de piştî li Nisêbînê ji aliyê Hîzbûllahê ve hate revandin agahî jê nehatin girtin, Hamîde Şarli ya di 24’ê kanûna 1993’yan de li gundê Wanik ê Tetwana Bedlisê piştî bi birayê xwe Ramazan re hate binçavkirin û careke gin agahî jê nehate wergirtin, Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya sê salî Dîlek Serîn ên di 24’ê îlona 1994’an de piştî operasyona leşkerî ya li gundê Mirik ê Dêrsimê hatin binçavkirin û agahî ji wan nehate wergirtin, Lutfiye Kaçar di 5’ê cotmeha 1994’an de piştî li Stenbolê hate binçavkirin careke din agahî jê nehate wergirtin, Gulnaz Tatû û Kadriye Tatû yên li gundê Ortaç ê girêdayî navçeya Dêrxas a Mûşê li zozanên ku ji bo pezên xwe bidoşin çûnê di nava operasyona leşkerî de man û careke din agahî ji wan nehate wergirtin, Ayşenûr Şîmşek a di 24’ê çileya 1995’an de li Enqereyê hate binçavkirin û piştî 76 rojan laşê wê yê îşkence lê hatiye kirin li goristana bêkesan a li Kirikkaleyê weke ‘kesa kiryarên wê nediyar’ veşartî hate dîtin, Hatîce Şîmşek a di 1’ê gulana 1995’an de piştî li navçeya Bismil a Amedê hate binçavkirin careke din agahî jê nehate girtin, Şukran Daş a di 7’ê Îlona 1996’an de bi serdegirtina polîsên sivîl ên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Amedê li Rêzana Amedê bi ser malekê de, hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin, Fahriye Mordenîz û hevjînê wê Mahmût ên di 28’ê mijdara 1996’an de li Amedê hatin binçavkirin û piştî 2 sal şûnde li Goristana Asri ya Cizirê weke bêkes hatin definkirin, Zozan Eren û hevjînê wê Orhan ên di 26’ê Îlona 1997’an de li ser rêya Pasûra Amedê bi wesayîteke spî ya Torosê hatin revandin û ji vê rojê heta îro tu agahî jê nehat girtin, Neslîhan Ûslû ya di 31’ê adara 1998’an de Neslîhan Ûslû ya li Alaçatiya Çeşmeya Îzmîrê bi 3 hevalên xwe ve hat binçavkirin û piştre tu agahî jê nehat girtin, Konca Kûrîş a di 16’ê tîrmeha 1998’an de li Mêrsînê ji hêla Hizbûllahê ve hat revandin û di 21’ê Çileya 2000’î de li navçeya Meram a Konyayê di jêrzemînê de cenazeyê wê hat dîtin ji bîr nekirin.”

Ocak anî ziman ku ew dixwazin aqûbeta jinên windakirî bê ronîkirin û kujer bên darizandin.

Dayik û mirovên Şemiyê piştî qurnefil danîn Qada Galatasarayê, belav bûn.