19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên Windayan li 5 navendan aqûbeta windayan pirsin

Xizmên Windayan li Riha, Îzmîr, Amed, Êlih û Colemêrgê qûbeta windayên xwe pirsîn û edalet xwestin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan vê hefteyê jî bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Êlih, Colemêrg, Amed, Riha û Îzmîrê çalakiya heftane li dar xistin û edalet xwestin.

Riha

Endamên Şaxa Rihayê ya ÎHD’ê û xizmên windayan li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan hatin ba hev. Di çalakiyê de aqûbeta nûçegihanê Ozgur Gundem Nazim Babaoglû hate pirsîn ku 12’ê Adara 1994’an ji bo nûçeyê çû Sêveregê û êdî agahî jê nehat wergirtin. Di çalakiyê de hevserokê Şaxa Rihayê ya ÎHD’ê Îsmaîl Tûtal û birayê mezin ê Nazim Babaoglû axivîn.

Amed

Şaxa Amedê ya ÎHD’ê û xizmên windayan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê çalakiya 787’an li dar xistin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalan, Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça Cupolo, rêveberên DEM Partiyê û namzeta Hevşaredariya Rezan a DEM Partiyê Leyla Ayaz beşdarî çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de aqûbeta Zozan Eren hate pirsîn ku 25’ê Îlona 1997’an li navçeya Pasûr a Amedê di bin çavan de hate windakirin.

Colemêrg

Endamên Şaxa Colemêrgê ya ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 113’an a çalakiyê de, li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin ba hev. Rêveberên rêxistina Geverê ya DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandina ser çîroka Nûrettîn Tûrgût ku li Geverê ajokariya taksiyê dikir û sala 1993’yan di meha Sibatê de hat binçavkirin û qetilkirin û niha cenazeyê wî li navçeya Tetwan a Bedlîsê ye.

Êlih

Li Êlihê xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 623’yan a çalakiyê de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan kom bûn. Namzeta Hevşaredariya DEM Partiyê Gulistan Sonuk, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê, rêveberên DEM Partî, DBP, OHD û baroya Êlihê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên bavê parlamentera berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Abdûrrahman Acar hatin pirsîn. Abdûrrahman Acar 23’yê Adara 1993’yan hate qetilkirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Rezan Baytar daxuyanî xwend.

Îzmîr

Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ku 2 hefteyan carekê li dar dixin, vê hefteyê li ber Sumerbank a kevin a li Konakê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê faîlên jinên hatine qetilkirin, hate pirsîn. Hevseroka Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê Zîlan Gumuş kurdî û Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Gulay Gun Bîlîcî jî tirkî daxuyaniyê xwend.