13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NATO’yê difikire leşkeran bişîne başûr rojhilatê Ewropayê

Tê payîn ku di nava vê heftiyê de wezîrên parastinê yên welatên NATO’yê li hev bicivin û planekê ji bo belavkirina hêzên leşkerî li başûr  rojhilatê Ewropayê deynin.

Li gorî ajansa CBS rayedarên Amerîkayê dane xuyakirin ku hin yekîneyên leşkerî ên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê dest bi tevger û amadekariyên êrîşê kirine.

Li gorî heman çavkaniyê tê payîn ku roja çarşem û pêncşemê wezîrên parastinê yên NATO’yê ji bo plana belavkirina leşkerên xwe li Ewropayê. Tê gotin 1000 leşker li Bugarîstan û Romanyayê werin bicih kirin her wiha dibe ku li Slovakya û Macaristanê jî hin leşker werin bicih kirin.

Hêjayî gotinê ye ku tevî Moskovayê bi dehezaran leşker li ser sînorê Ukraynayê bicih kirine, hê jî dibêje ku tu niyeteke wê ya destwerdanê tune ye. Her çendî welatên Ewropa û Amerîkayê dibêjin ku destwerdan nêzîk e û panîkeke mezin di nava gelê Ukraynayê de çêdikin lê wiha xuyaye ku Rûsyayê vê gefê wekî zextekê bikar tîne ku Ukraynayê nekeve nava welatên NATO’yê.