14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NCDK-Skandînavyayê kongreya 11’emîn pêk anî

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Skandînavyayê (NCDK-Skandînavya) kongreya xwe ya 11’emîn li bajarê Orebro yê Swêdê pêk anî.

Ji welatên Skandînavyayê; ji Swêd, Norwêc, Danîmarka, Fînlandiyayê bi dehan delege û mêvan tevlî kongreyê bûn. Piştî bêdengî û rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê û hilbijartina dîwana ji pênc kesan, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bi rêya onlîne beşdarên kongreyê bû. Kartal diyar kir ku kongre di pêvajoyeke girîng de tê lidarxistin û got, “Bi taybetî dewleta tirk a faşîst bi pêşengtiya Erdogan ê hov, ne tenê li welat, li tevayî cîhanê dixwaze kurdan qir bike. Di serî de girankirina tecrîda li ser Rêber Apo vê dijberiya xwe ya li hemberî kurdan zelaltir kiriye. Tevî êriş û xiyaneta PDK’ê jî nikare encamê bigre. Komar 99 sal in nikare bi plan û stratejiya xwe gele kurd têk bibe. Divê barê vê pêvajoyê tenê ji gerîla re neyê hiştin. Divê her kes bi her awayî tevlî pêvajoyê bibe. Divê em bi ruhê berxwedana Zap, Metîna, Avaşîn û tevahiya Kurdistanê kar bikin” û serketin ji kongreyê re xwest.

Di dewama kongreyê de nûnerên Asûrî-Suryanî, nûnerê KNK’ê û her wiha li ser navê Partiya Moderat a Swêd jî peyamên pîrozbahiyê ji kongreyê re hatin pêşkêş,kirin.  Piştî axaftin û peşkêşkirina peyama mêvanan, rapora salane ya NCDK-S û YJK-S ji beşdaran re hatin xwendin. Piştî xwendina rapora, gotûbêjên li ser kar hatin. Herî dawî Nadya Salih û Hemîd Amed ji bo salekê ji Hevserokatiya NCKD-Skandînavya re hatin hilbijartin.