17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi 18 zimanan ‘Jin jiyan azadî’ nivîsîn

Meclisa Jinan a Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) 4’emîn Konferansa Asayî bi dirûşma “Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in” ku du rojan dom kir bidawî bû. Konferansa li Odeya Endezyarên Înşaetê a Şaxa Enqereyê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên Meclisa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û gelek jinên pêkhateyên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê di nav de 300 delege tev li konferansê bûn. Jinan li salonê wêneyê girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tugluk, wêneyê Denîz Poyraz û gelek pankartên din û pankarta “Jin jiyan azadî” ya bi 18 zimanan nivîsandin daliqandin. Jinan di nîqaşên xwe de biryar girt ku têkoşîna xwe ya rêxistnkirî li dijî zextan û êrişan mezintir bikin û biryar dan ku dê jin bi têkoşîna xwe ya mezin bi ser bikevin.

Jinan piştî di konferansê de biryar girtin, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” qedandin. Dê encamnameya konferansê di rojên pêşiya me de bi raya giştî re bê parvekirin.