6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Zekî Çelebî bi karwaneke mezin şandin Wanê

Cenazeyê welatparêzê kurd Mihemed Zekî Çelebî ku 17’ê gulanê li ber xwaringeha xwe ya bi li Silêmaniyeyê bi sûîqestê hate qetilkirin, bi karwaneke mezin ber bi bajarê Wanê ve bi rê kirin. Cenazeyê Çelebî bi merasîmeke girseyî ji Saziya Tiba Edlî wergirtin û bi karwanekê şandin Wanê. Girsya gel bi pêşengiya Komeleya Karkerên Mezopotamya saet di 10.00’ê de li ber derê Tiba Edlî ya Silêmaniyê kom bûn, cenazeyê Çelebî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bimre Xiyanet’ meşiyan taxa Bextiyarî. Girse meşiyan mizgefta Ehmedê Hecî Elî (City Center) meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber dirûşm hatin qîrkirin, hevkarî, nokerî û êriş hate şermezar kirin. Piştî merasîmê cenazeyê Çelebî bi karwanekê şandin Koyê. Ji wir jî dê bişînin bajarê Wanê.

Çelebî xwediyê restoranta Denîz bû. Di şeva 17’ê gulanê de bi êrîşeke çekdarî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê birîndar kirin. Çelebî di 18’ê gulanê li nexweşxaneya Şar jiyana xwe ji dest da.