4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerên afganî pişgirî dan hevalên xwe

Piştî biryara Talîbanê ya dibêje; “Divê pêşkêşvanên kanalên televizyonan yên jin rûyê xwe bigirin da ku dev û pozê wan neyê xuyakirin” pêşkêşvanên jin neçar man ku bi serçavkê derkevin pêşberî temaşevanan.

Ji bo nerazîbûna xwe li dijî vê biyarê nîşan bidin gelek rojnamegerên afganî maske dan ber devê xwe û bi wê yekê biryara rûgirtina pêşkêşvanan şermezar kirin. Bi dehan rojnameger ji bo proteskirina biryara Talîbanê û piştgiriya bi rojnamegerên hevalên xwe re, wêneyên xwe yên bi maske li ser ajansa Tilû News weşandin.

Piştî belavkirina van wêneyan bi hezaran çalakgerên gelê Afganistanê ew wêne li ser medya dijîtal parvekirin û piştgirî dan rojnamegeran.

Hêjayî gotinê ye ku di van rojên dawî de medyager û pêşkêşvanên jin di gelek dezgehên medyayê ên wekî kanala Tolo News, Şamşad TV û Wan TV, bi serçavkan derketibûn pêşberî temaşevanên xwe.