8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NÇM’ê qedexe nas nekir

Rêveber û hunermendên NÇM’ê 32’yemîn salvegera NÇM’ê bi du konserên mezin ên bi coş pîroz kir. Hunermendê NÇM’ê Kemal Yildirim bal kişand ser qedexeyên koseran û got: “Em îro li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin.”

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di 32’yemîn salvegera xwe de, li Navenda Performansa Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê dê konser lidar bixistaya. Lê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê konser qedexe kir. NÇM’ê  li ser vê yekê li Bagcilar û Sancaktepeya Stenbolê li du cihên cuda konser dan. Di konserên ku li du navçeyan hatin dayîn de Weqfa Lêkolîna Çand û Hunerê ya Estetîk a Perwerdeya Zanistê (BEKSAV), Navenda Çand û Hunera Golge (GKSM), Komeleya Xebatên Kurdî û Girtiyên Marmarayê û endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî re (MA-TUHAYDER) û dayikên Nobeta Edaletê beşdar bûn. Ciwan û dayikan eleqeyek mezin nişanî konsere dan.

Di konsera ku li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bagcilarê pêk hat de,  ciwanan dirûşmên ‘Bijî Serok Apo”, ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ berz kirin. Konsera ku ciwan û dayikan eleqeyek mezin nîşan da bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan

Di konserê de xebatkara NÇM’ê Dîlan Soylu axivî û bal kişand ser qedexeya konseran û destnîşan kir ku bi qedexeyan bi taybetî jinên hunermend dikin hedef û wiha got: “Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ di heman demê de tê wateya çand û hunerê û weke jin em ê her dem li qadan bin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê aramî neye Kurdistan û Tirkiyeyê. Ez weke jinek hunermend berxwedana zindanan ji vê derê silav dikim.”

‘Kurd 40 sal in berxwedanê mezin dikin’

Hunermendê NÇM’ê Kemal Yildirim jî axivî û got: “Em îro li ber xwe didin, ez berxwedana nobeta dayikan silav dikim. NÇM 32 sal in ji bo çand û hunera Kurdî li ber xwe dide. Bi sedan havalên me şehîd bûn, em tu caran ji bîr nakin. Kurd li girtîgeh û qadan li ber xwe didin. Kurd 40 sal in bi vê berxwedana mezin li ber xwe didin. Em îro jî wek Kurdên azad li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin. Ev berxwedana me ji nasname û çanda me tê. Ji ber vê jî çanda me gelek girîng e.”

‘Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina hunerê ye’

Kemal Yildirim destnîşan kir ku demek dirêj e li ser çand û hunera kurdî tecrîdek girankirî heye û wiha got: “Di heman demê de tecrîda girankirî li ser birêz Ocalan jî didome, ev ji hev ne cuda ne. Ji ber wê heta ku tecrîda girankirî li ser birêz Ocalan bi dawî nebe em ê bi pêş nekevin. Îro careke din em weke hunermendên kurd li ber xwe bidin û çand û hunera xwe diparêzin.”

Piştre Koma Hevra û Navenda Çand û Hunera Golge ya NÇM’ê derket ser dikê û stranên xwe gotin. Di konserê de dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin. Hevseroka navçeya Stenbolê ya DEM Partiyê Gonca Yangoz û rêveberiya navçeyê ya DEM Partiyê beşdarî konserê bûn.

Hevseroka navçeya Stenbolê ya DEM Partiyê Gonca Yangoz jî bal kişand ser qedexeya konserên NÇM’ û li dijî qedexeyan banga têkoşîna mezin kir. Gonca Yangoz destnîşan kir ku tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Piştî axaftinê Gonca Yangoz hunermend Şîlan Dora, Sorjiyan Mizgîn û Şêrzat derketin ser dikê. Konser bi gerandina govenda bi coş a beşdaran û çepik û tilîliyan bi dawî bû.