5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya Nobeda Edaletê di roja 14’an de didome

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 14’an de bi serdana gel didome. Dayikên nobedê digirin destnîşan kirin ku dê heta azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan Hikûmxwaran re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dane destpêkirin di roja 14’an de didome. Li salona DEM Partiyê ya navçeya Rêzan a Amedê pankartên “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtiyan”, “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan” û “Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” daliqandin. Ji bo piştgiriyê gelek rêvebir û endamê Dem Partiyê yên navçeyan û nûnerên Dayîkên Aştiyê, rêxistinên civakî û gelek welatî serdana çalakiyê dikin. Di çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ de çalakgeran stranên şoreşgerî gotin û lîlandin.

Dayikên ku Nobeda Edaletê digirin, diyar kirin ku heta azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan pêk bê dê têbikoşin. Gelek kesên cuda ji bajarên cuda bi rêya telefonan li malbatan digerin û çalakiya malbatan pîroz dikin û piştgiriyê didin malbatan.