3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rifet El-Îmam: Ne sibê niha em Ocalan azad bikin

Profesorê berê yê Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Damanhour Mihemed Rifet El-Îmam derbarê pêngava azadiyê de anî ziman ku Abdullah Ocalan sembola lêgerîna heqîqetê bi xwe ye. Ez bang li Tirkiyeyê dikim ku ne sibê niha Ocalan azad bikin.”

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ya di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cihanê ji hêla dostên gelê kurd ve hat destpêkirin berfireh dibe. Ji gelan bigirin heta rêxistinan û kesayetên navdar xwedî li Profesorê berê yê Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Damanhourê Mihemed Rifet El Îmam li ser kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Medya Haberê re axivî. Mihemed Rifet El Îmam bal kişand ser girîngiya fikrên Ocalan û pêwîstiya xebatên ji bo azadkirina wî. Mihemed Rifet El Îmam diyar kir ku Abdullah Ocalan ramanwer û têkoşerekî siyasî û mirovhez e û wiha got: “Ji bo dozeke mafdar, rewa û xwedî rehên kûr ên dîrokî têkoşiya û di lêgerîna heqîqet, edalet û wekheviyê de semboleke îdeal e. Nêrînên Ocalan ên derbarê jiyana hevbeş a aştiyane de li Rojhilata Navîn girîng û guncaw e. Ocalan di xebatên xwe yên rewşenbîrî de nêrîneke zelal a sedemên krîz û pirsgirêkên herêmî û navneteweyî pêşkêş dike.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Mihemed Rifet El Îmam li ser pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rawestiya û wiha domand: “Pêngava navneteweyî ya ji bo Ocalan fikreke baş e. Di wijdanê mirovî û wijdanê cîhanê de pozîsyona mirovan nîşan dide. Pêwîste ev fikir di çapemeniyê, akademî, hiqûqî û siyasî de hîn bêhtir bê belavkirin. Abdullah Ocalan sembola lêgerîna heqîqetê bi xwe ye. Divê kurd, filistînî, ermen û hemû gel daxwaza azadiya vê sembola azadiyê bikin. Ez bang li rejîma tirk dikim ku ne sibê niha Ocalan azad in. Her wiha bang li gelên azad ên cîhanê jî dikim ku ji bo azadiya Ocalan sembol û ramana ku qet namire, bibin yek.”