6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

54 rojin PDK’ê rojnamevan Ehmed winda kiriye

54 roj in ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed ku PDK’ê ew revandiye, agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin. PDK rê nade parêzer û malbat hevdîtinê li gel bike.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 54 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  berovajî û nerast got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman xwar û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa ROJNEWS’ê de wek edîtor dixebite.

Rêveberên Ajansa ROJNEWS’ê, tometbariyên nerast ên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Rêveberan xwest ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed  jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve di derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Parêzer Nerîman jî têkildarî rewşa Silêman Ehmet wiha got: “Piştî ku em hatin astengkirin,  me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.