spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Turkmen’ kî ne?

Ji 40 salan zêdetirê ku li ser kurdên koçber, turkmen, oxuz, tûranî, sakaî, arîyan û hwd serê xwe têşînim, dixwînim, dinivisîm û lêkolînan dikim. Di encama van xebatan de gihiştim wê zanyariyê ku piraniya turkmen û oxuzên dîroka tirkan qalê dikin `kurdên koçber` in!

Di roja îro de dema qala `turkmen-an`, `oxuz-an` tê kirin, em yekser dihizirin ku ew bav û kalên tirkan e. Lewra di dersên dibistanê, di pirtûkên dîrokî û danûstandinên rojane de em danê fêrkirin û bihîstiye ku ew tirk in an pêşiyên wan in. Heta carna em dibihîzin ku kurdên wek Kiliçdaroglu jî dibêjin `koka me turkmen e`; piranî jî beşek ji kurdên li dora Dêrsîmê dijîn tînin ziman ku `ew ji Xorasanê hatine û koka wan turkmen in.” Vê yekê mirov dikare ji yekî Konyayê, Agiriyê yan bajarekî din jî bibihîzê. Di niqaşên li ser vê babetê pir caran jî navê serokê saziya ziman û dîroka Tirkiyeyê, parlamenterê MHP’ê yê berê Porf. Halaçoglû jî derbas dibe. Wek kesekî dîrokzan beşekî kurdan wek `turkmen` binav dike. Ev bi nav kirin, ji alî piraniyên dîrokzan û dîroknivîsên biyanî ve jî hatiyê qebûlkirin û tenê çend kes hene ku bi fikar nêzikî rastiya nav û dîroka wan dibin.

Ji 40 salan zêdetire ku ne wek dîrokzanekî lê wek lêkolînerekî li ser kurdên koçber, turkmen, oxuz, tûranî, sakaî, ariyan û hwd serê xwe têşînim, dixwînim, dinivisîm û lêkolînan dikim. Di encama van xebatan de gihîştim vê zanyariyê ku piraniya turkmen û oxuzên dîroka tirkan qalê dikin `kurdên koçber` in! Belê ew kurd in! Baş e, kî nê ew kurdên koçberê ku em qalê dikin? Ew ên ku îro ji Xorasan-Afganistan bigire heta Ermenistan, Serhed, li direjiya çemê Firat dijîn, yên li navenda Anatoliyayê, Kobanê û Efrînê ne. Mirov dikare van a wek `Berfiratî` an yên `devok şikestî` jî binav bike. Rabirdû û dîroka van me yekser dibê ser dîroka turkmen-oxuzan û komên dinê wek arî-saka/îskît-tûran. Bi vê babetê re girêdayî, gelek niviskarên kurd ên birêz dihizirin ku ez di bandora dîroka fermî de mame. Derî li tu îdiayan nagirim lê dîsa jî ji wan tika dikim ku bi temamî vê dîtinê red nekin, hineke guh bidin ser, berhemên xwe bi dîtinên pêşin hukmê seqet nekin û biguman nêzikî dîroka tirk a ku li ser dîroka kurdan hatî hûnandin, bibin.

Rastiya dîroka tirkan

Ji bo ku em rastiya vê ji nêzik ve bizanin, pêwîst e dîtinên kesên ku bingeha dîroka tirkan danîne bînin bîra xwe. Divê bê zanîn ku di piraniya çavkaniyên zimanê tirkî de, peyvên oxuz û turkmen di heman wateyê de ji bo ku kurdên koçber pênase bikin bikar anîne. Helbet em nikarin niha dîroka wan bi temamî bînin ziman (nêzik de lêkolînekemin a di vê derbarê de wê derkeve) lê tenê dixwazim li ber çavan raxim ku peyva turkmen ji bo kê û çawa bikar anîne. Yek ji dîrokzanê tirkan e ku bingeha dîroka wan saz kiriye Porf. C. Turkay; wateya peyvê wiha pênase dike: ”Turkman ekradî tê wateya kurdên turkmen” û ”kurd, turkmen in, yani oxuz in!” Dibêje turkmenên ku em navê oxuz lê dikin kurd bi xwe ne; bawerim ji vê aşkeratir jî mirov nikare tiştekî tpênase bike. Bavê dîroka wan pirtûkeka ji 970 rûpelan nivisiye û di wê de tînê ziman ku ji çavkaniyên dewletê, ji arşîva serokwezirtiyê, ji 7 hezaran zêdetir êl û cemaat berhev kirine. Piraniya wan oxuz û turkmen in. Heger mirov bixwazê rastiya dîroka tirkan fêr bibe, îdiaya min bizane, tenê li ser ve pirtûkê lêkolînêka kûr bê kirin, herkesê bibînê ku xeynî 15-20 êlên moxol, yên din hemû êl û zendên kurdên koçber in. Têne ew pirtûk bi serê xwe piştrast dike ku turkmen û oxuzên ku tirk qalê dikin kurd in. Bi vî awayî, ez babetên nû didim berdestên dîrokzanên kurd ku lêkolînên berfireh bikin.

Guherîna misilmaniyê

Dîrokazanekî din ê bingeha dîroka tirkan danî ye jî Prof. Faruk Sumer e ku li ser ve babetê dibêje: “Sedsala 11’an de piraniya oxuzan misilmantî qebûl kirin. Misilmanên Maveraûn-nehr ji bo ku oxuzên misilmantî pejirandî ji birayên wan ê din cuda bikin navê turkmen li wan kirin. Oxuzan ji xwe re nedigotin turkmen û navê ku musilmanan li wan kirî demeke dirêj nepejirandin. Ancax sedsala 13’an de binavkirina turkmen cihê navê oxuz girt lê dîsa jî navê oxuz ji bîra wan neçû.”  Bi dîtina min jî yên misilman nebûne bi yên bûne re gotin turkmen; yanî yên wek tirkan bûne-mane. Piştî van herdu nivîskaran serekê û girîng, gelek niviskarên dinê nû derketine, bi gotina wek tirk dibêjin `çomez` an bi kurdî îzbend jî, gotinên xwe vir de û wê de dibin lê piranî di çarçoveya van herduyên xêzkirî de şîrovên xwe dikin.

Hinek ji van îzbendan jî dîtinên xwe wiha tînin ziman:

Prof. Eroz, Turkay kopiya dike: “Di jêderên osmaniyan de turkmen bi kurd ve tê yek wateyê.” Seferoglû:”Bi rastî kurmanc û turkmen ji yek kokî ne.” Taner jî wek mamostên xwe dibêje: ”Di çavkaniyên osmaniyan yê fermî de turkmen bi kurdan ve dihat heman wateyê! Wek mînak: di fermaneke de ji bo êla kiliçli `kurdên kiliçli’ tê gotin. Di fermaneke din a li ser wan de 8 cemaatên turkmenan bi van navan tên pênasekirin: Totali, Kuş, Acurî Tuxî, Şêxan, Gûnce, Kazli, Çepnî, Haciyan, Elçî û Kiliçli baştire ku li Reqa bicih bibin. Di belgeyeke din de jî wiha tê gotin: `Di nava 36 cemaatên turkmen de Kiliçliyên ekrad ê girêdayî Asaf Ketxûda jî hene. Eroz, di gera xwe li Pazarcika Mereşê de turkmenê Kiliçli jî ziyaret kiriye û dibêje: `ew elewîn e, zimanê dayikê tirkî ye lê yên xwe kurmanc dizanin jî hene`.

Turkmen û kurd ketine nava hev

Yek ji lêkolînerên tirkan ê herî zêde li ser koçberan nivîsiye Prof. Halaçoglu ye; gotûbêjeka wî ya di televizyonê de F. Bulut wiha neqil dike: ”Hîna jî nakeve mejiyê min ku di defterên osmaniyan de turkmen û kurd ewqas ketine nava hev ku di peyda kirina kok û rabirdûya wan de min zahmetî kişandin. Hîna jî ji nava wê meselê derneketime.”  Ez vê peyama wî wek niyeteka baş naxwînim, bawer im ew kok, dîrok û wateya turkmenan baş dizane lê naxwaze aşkera bike.

Xaleka ku dîrokzanê tirk xwe bi xwe dixe nava nakokiyan jî wiha tînin ziman: “Sedsala 14’an û 17’an de jî gelek tirk (kurd bixwînin) çûn Îranê. Ev koçberî bandora xwe herî zêde li ser rojhilatê Anatoliyê kir. Herêm sedsala 15’an de wek `Welatê Turkmenan` dihatî nasîn de nifûsa tirkan gelek kêm bû.” Nivîskar qala pêşketina osmaniyan ê di şer de û kurdên (sersor-qizilbaş) ji ber wan xwe avêtine Îranê yan jî yên dewleta Safewî damezirandî, dike. Ew ên ku çûn hemû êlên kurd bûn. Kurdistanê jî wek welatê turkmenan binav kirin jî ispateka ve yekê dine.

Tekîliya oxuz û kurdan çi ye?

Heger dîrok li ser esasên rastî were nivisîn, dîtina min a piştrast bibe ku koma wek oxuz-turkmen tê ziman, kurdên ji serdemeka qedîm de li Xorasana mezin dijî ne û ew ne misilman, Zerdeştî-sersor-elewî bûn. Di destpêka îslamiyetê de di navabera wan bixwe de nakoqiyên dînî derdikevin, şerê hev kirin û di dawiyê de parçe bûn. Yên nebûn misilman bi yên din re di wateya `wek tirkan man` de, gotin; turk-man. Ya jî misilmanan ew bi vî awayî bilêv kirin. Wê dîtinê Îlliyev jî piştrast dike: ”Oxuzên ne misilman, ji oxuzên bûne misilman re `turkmen` gotin. Di nava van de gelek şer qewimîn. Li herêma me (Aran/Azerbeycan-Ş.), navê turkmen piranî ji bo kesên herî dereng bicih bûne (koçber) û kevneşopiya oxuzan piranî muhafaza dikin re tê gotin.”  Li ser hema noqteyê Altungok jî dibêje: ”Ew navlêkirina ji alî îraniyan ve hate kirin”  Helbet di vir de pirsa oxuz kî ne û tekîliya kurd/turkmena yê bi tûr-aniyan ve derdikevê holê û cîhê pirsa ye. Bi vê re girêdayî çîroka Fîrdewsî bi me dayî qebûl kirin jî şîroveke nû dixwaze. Ez ê hewl bidim ku di nivîsên pêş de li bersiva van bigerim û derava Firdewsî bînim ziman.

Oxuz sê beş in

Wekî min li destpêkê jî anî ziman gelek çavkaniyên biyanî jî mîna tirk û ereban turkmen di wateya tirkan de bikar anîne. Peacock, ji Mervezî hema dîtinê tînê ziman: ”Hinek oxuzan ji yên misilmantî pêjirandî re turkmen gotin. Bi yên qebûl nekirî re şer kirin. Yên nebûne misilmansedsala 10-11’an de çûn bakurê Deryaya Reş û peçenek ji wir derxistin.”  Gerok Îbn Fadlan di nivîsên xwe de dibêje: ”Oxuz sê beş in, ji yên bûne misilman re turkmen dihate gotin, ew misilmanê rind bûn û tirkên nebûne misilman re şer dikirin.”

`Terkûman` hatiye gotin

Şîroveyeka din a girîng jî ji alî Altunok ve tê: ”Skenderê Makadonî herêm dagir kir, ji komên saka yên bêmal, koçberê ku li Kafkasya dijî re turkmen dihate gotin. Heta li gorî gotina Taberî, ji ber ku wan malê xwe zû bi zû diguhertine di vê wateyê de jê re `Terkûman` hatiye gotin.”  Xaleke girîng e ku tekiliya turkmen-oxuz û sakaî/îskîtan nîşan dike û bi dîtina min jî ew hersê kom an navên cuda dîsa kurdan tarîf dikin.

Li ser binavkirina kurdan wek turkmen, mirov dikare hezar ispatên din jî lê zêde bike lê di rastiyê de jî navê êlêke `turkmen` jî balê dikşîne û îhtîmaleke mezine ku ew turkmen-tirken heqîqî ne. Vê yekê nivîskar wiha şîrovê dike: “Turkmen êleke tirkan a bi temamî jî oxuzan cuda ye. Xwêdiyê navê tirkî ye rast ew zendaye. Di serdema îslamê de nifûsa wan pir hindik bû û tenê Muqaddesî qala wan kiriye ku ew di navbera Îstîcap û Balasagûnê de dijîn û ji tirsan bûn misilman.”  Tiştê dîrokzanên tirk kirî ev nav danîne ser hemû kurdên li wê herêmê dijîn!

Dîroka xwe bi kurdan zeliqandin

Wek encam dikarim bibêjim ku di rastiyê de, tirkan dîroka xwe li ser dîroka kurdên koçber hûnandine; ji ber ku kurd koçber, bela, piranî bindest, bêxwedî, bêtifaq û xwedî zanyariyeka zêde nebûn ku ew kar hat kirin. Di heman demê de kurd xwedî çand, ziman û dîrokeka qedîm, tiji dewlemendî û qehremanî ne. Ji ber vê xortên kurd dikarin serî di nava ewran de bigerin. Rêveberên osmanî-tirkan xwestin xwe bi vê mezinehiya kurdan ve bizeliqînin û dîroka xwe li ser vê saz bikin. Hema tişt ji bo farisan jî derbasdare ku li ser kelepûra Medan (kurd) rûniştin û kirin malê xwe. Osmaniyan, dîroka xwe ji qedîm de li ser kurdên misilmantî qebûl kirî yan yên wek `turkmen` hatine binavkirin nivisandin. Lewre li destpêkê wan xwe bi nijada moxolan ve girê didan, piştre bi fermana Murat ê 2’yemîn an navên hemû zend û êlên kurd kirine. Tirkî û bi riya Yazicizadê Alî (1453) dîroka xwe bi ya kurdan de zeliqandin û ew hîna jî berdewamê. Di demên berê de digotin em ji Turkistanê/Moxolistanê hatin; li ser vê bi milyonan pirtûk nivisandin lê îro êdî îdia dikin ku ew xelkê Kurdistanê ne, 15 hezar sal in li wir dijîn, Sûmer û Med jî tirk in û kalên wan in!

Çavkanî:

1 – Osm. Imp. Oymak Aşiret ve Cemaatlar, Cevdet Turkay, Tercuman, 1979 Istanbul, rûp: 15 û 18

2 -Osm. Imp. rûp:9

3 -Oxuzlar, rûp: 79

4 – Dogu Anadolu Hakkinda-Sosyo kültürel bir araştırma, Doç. Dr. Mehmet Eroz, rûp: 10

5 -Anadolunun ilk Türk Sakinleri KÜRTLER, Ş. Kaya Seferoğlu, 1982 Ankara, rûp: 27

6 – Osmanlı Taşrasında Konargöçer – Devlet İlişkisi: Ankara’da Tabanlı Türkmen Aşireti’nin İskânı Ahmet Köç, rûp:136

7 – Xorasan’dan nasıl geldik? Faîk Bulut, rûp:345

8 – Oxuzlar, rûp: 202

9 – Turk tarihinde Şecere geleneği; Türkmen Şecerelerî Örneği, Murat İlliyev, rûp:12

10 – Uluslararası Tarihte ve Günümüzde Ortadoğu’da Türkmenler (Irak-İran-Suriye) Sempozyumu, Ahmet Altungek, rûp:34

11 – Selçuklu Devletinin Kuruluşu, A.C.S. Peacock, rûp; 30

12 –  Îbn Fadlan Seyahatnamesi, Ramazan Şaşan, İstanbul, rûp: 69

13 – Ortadoğu’da Türkmenler Sempozyumu, Ahmet Altungök rûp:37

14 – Avşar Türkmenleri, Adnan Menderes Kaya, rûp:6

15 – Medler ve Türkler, Prof. Mehmet Bayrakdar, Akçax, Ankara-2013