spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nepal bi pîleya 6.1 hejiya

Li Nepalê bi pîleya 6.1 erdhej pêk hat. Der barê encamên erdhejê de agahî nehatin bidestxistin.

Navenda Sîsmolojiyê ya Nepalê bi daxuyaniyekê ragihand ku di saetên serê sibehê de bi pîleya 6.1 erdhejek li devera Dadîng a li rojavayê paytexta Nepalê Katmenduyê pêk hatiye. Hate ragihandin ku piştî erdhejê welatî ji malên xwe derketine lê der barê endamên erdhejê de agahî nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2015’an de jî li Nepalê erdhejek bi hêz rû dabû û di encamê de zêdetirî 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû û xesareke mezin pêk hatibû.