8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nêrgiz Mihemedî nebirin nexweşxaneyê

Malbata çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî ragihand ku ji ber ku Nêrgiz serpoş li serê xwe nekir, nebirin nexweşxaneyê

Malbata çalakvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî der barê rewşa Nêrgiz de li ser medya civakî agahî belavkir. Malbatê ragihand ku rêveberiya girtîgehê bi fermana rayedarên bilind ku ji ber serpoş li sere xwe nekiriye, cara duyem rê nedan Nêrgiz Mihemedî biçe nexweşxaneyê. Malbatê ragihand, beriya çend rojan tîmek tenduristiyê sardana girtîgeha Evîn dikin, berpirsên girtîgehê jî rê nedan Nêrgiz bê serpoş bibin nexweşxaneyê. Malbat dibêje, Nêrgîz 51 saliye û ji ber pirsgirêka dil pêwîstî bi çavdêriyek lezgîn ya dixtoran heye.

Hêjayî gotinê ye Nêrgiz Mihemedî yek ji wan kesên tevlî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibû û niha li girtîgeha Evîn a Îranê tê girtin.

Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî ya li girtîgeha Evînê ya Îranê girtî ye, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî pêkanînên desthilatdarên Îranê yên li dijî jinan û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan, îsal xelata Nobelê ya aştiyê girt.