12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nêrîn

Bûyerên jiyanê, carinan mirov dixin nav tengasiyê.
Çiye rastî, yan jî rastî çiye?
Yanî rastiya bingehîn..!
Yanî heqîqet..!
Mîrov bi hebûna xwe, mît, mîtolojî, ol, exlaq û civakîbûna xwe her rastiyê diparêze, ango angaşt ev e. Baweriya xwe jî pîroz dibîne û li gorî vê qet nabe hevalbendê şaşî û xerabiyê, yanî rastiyê, rohnayiyê diparêze û qilêr, qirêt, derew û tariyê red dike, wan naparêze û înkar jî sûcdariyeke mezin e, înkar dibe redkirina Xweda ango înkar radeya Xwedanenasî ango dermirovî ye.

Baş e
Ka bera pratîk ango jiyan wisa ye?
Em destên xwe deynin ser ûjdanê xwe!
Dîrok, civak, û jiyanîbûnê bidin ber çavên xwe, destên xwe deynin ser dilê xwe, yanî ûjdanê xwe û kûr kûr bifikirin.
Ka em çend mînakan bidin, em ji rastiyê çi fêhm dikin!
Bila şûşayeke me ya duwazdeh qorzî hebe, (hûn dikarin kêm zêde bikin, hûn û rastiya xwe) helbet ser û bin jî ku mirov li qorziyekê nêrî yên din nebîne. Tenê em ê bi tişta ku em dibînin, bawerbin.

Îca wê rastî çi be!
Dîsa çavên mirov her û her pêşiya mirov dibîne, lê gelo rûyê me çawa ye! Ji bo vê divê mirov here ber eyneyekê û bi wêrekî qisûrên rûyê xwe bibîne. Qisûrên hundir ên ûjdanê xwe. Ji vêna re jî wêrekî lazime!
Îca wê rastî çi be!
Tew her kes aqilê xwe diecibîne. Te dît dibêjin, aqil tev xistine rêzê û her kesî çûye yê xwe neqandiye!
De îca wê rastî çi be!
Çîroka çend mirovên kor û fîl tê zanîn; her korê ku, dest daye ku derê fîl, ew wek rastî dîtiye; terî, serî, ling û hwd.
Rastî..!

Em dirêj nekin
Rastî li gorî civak, exlaq, erdnîgarî, gel, berjewendî, ol,… diguhere.
Lê aqil û ûjdanê mirovahiyê heye ku dikare nêrîna tevan bişopîne û bigihê heqîqetê, yanî bigihe rastiya bingehîn. Lewra nêrîna yekalî rastiyê ranaxe ber çavan, ezezî, quretî, xweecibandine ku ev tovê faşizm, zilm, neheqî, mêtingerî û xwînmijiyê ye.
Mirov dikare li gorî mînakên me, ji duwazdeh qorzî û ser û bûn li şûşeyê binêre, ne bi tenê ji aliyekî, divê mirov rastiyê, yanî heqîqetê bibîne. Ji bo vê ûjdanê gerdûnî, bêalîtî lazime. Dîsa bi wêrekî dikare li eyneyan binêre, yan jî, ji cerebe û rexneyan, ji dîrok, jiyan, rastiya jiyan û civakê û olan, dersê derbixe, bigihê rastiyê… Li aqilê hevalê xwe guh bidêre, hê xurt-tir ber bi rastiyê ve here. Nêrîna koran tevan dikare bicivîne û fîl bi rastî pênase bike. Yanî wêrekiyê derxe pêş, ji berjewendiyên nerastî, ezezî, çikusî, xwînxwarî, kedxwarî bi dûrkeve,yanî bibe mirovê rastîn, ne ewqasî zor e, dîtin û parastina rastiya bingehîn.

Em bên ser derdê xwe
Weke gelê kurd an weke her kesekî civaka kurdî va sedsal in em li Bakur dibêjin “çi bextewarê yên ku dibêjin ez tirk im!” yanî me xwe înkar kir, em bi vir û derewan mezin bûn, wan jî înkarî derxist pêş, em herdu jî man bêîman, çi bi ser ket! Ji derd û kulan û trajediyê pê ve. Ev rastî li Rojava, Başûr, Rojhilat jî wisa ye û înkara netew û welat Kurdistan… encam tev neheqî, herikîna xwînê, bêçaretî yan jî ewlêkariya Cîhana serdest çi ya Ûrisya, çi ya Amerîka, çi ya Ewrû

pa …. Encam…Dermirovî. înkarî digihê dermiroviyê, de hûn û ûjdanê xwe, bawerî, netewe û rengê xwe, demokrasî û mafparêziya we çi be, ji bîra nekin, her tim serdest û pêkar gunehbare; her çiqas ên bindest zordariyê bibînin jî, her û her zalimî li xaneya serdestan e û dê dîrok û ûjdanê civakî wisa bibêje… dem û dewran dê bê ser rastiya bingehîn, yanî heqîqetê. Dawiya înkarê tune ye..
Bila çend mînakên rojane jî bibin guhar di guhên ker, lal, û koran de..
Rewşa rêzdar Aysel Tûglûk mînaka herî berbiçav ên nexweşên girtîgahan û banga ûjdanê mirovahiyê ye. Heqîqetê bibînin. Çi dibêje hevala wê, Gulsen Yuksel, “Dîsa peyva dawîn bila ji hişê wê biweşe. Û ev peyv bila ji bonî tevayên zarokên bask-şikestî be. Her kes bila ji bonî wê hevokekê bêje, tê de bila “jiyan” hebe. Parçeyek asîman, parçeyek tiştinîn zarokîn…” Hevoka min/me jî ji bo wê, “keçkaçermesorî, bijî…” her çiqas enînivîsa (çarenûs) me û çermesoran bişibe hev jî… lê di encamê de ligel birînên dil-çandî em ê bigihên azadiyê..
Nexweşên girtîgehan, kul û birîna dil û ûjdanê mirovahiyê ne, em hîs bikin!
Ha, min dikir ji bîra bikim; bila serdest bizanibin, heta ku agir dû neke pênakeve, wele vî agirî pir dû kir, lê va pêdikeve, Newroza îsal peyam e..
Nêrin çiqasî bialî be jî divê mirov rêwiyê heqîqetê be, ku va ev dem dema heqîqeta gerdûnî ye û meş’ale di destê berxwedan û xwesteka azadîxwestina me kurdan de ye. Ûjdanê gerdûnî va di dil û mejiyê jinxas û mêrxasê kurdan de bi pêşîkêşî ye… aloziyên din, qrîzên din ên demî ne, demajo û demdirêjî lênerîna azadiya civaka kurdî û hevpar, hevdost û hevrêyên wan e. Bi pir-rengî, pirbawerî, demokratî û hevalbendî em ber bi heqîqetê b(d)imeşin…
Dixwazim bi peyveke Dostoyevskî biqedînim, bi ya min ku hebikî kêmwate be jî; “yanî divê ji wateya jiyanbûnê bêhtir ji jiyanbûnê bixwe bê hezkirin.”
Heqîqet, berhema ûjdan e, ûjdan rastfêhmkirina bi piralî ya jiyan, hebûn û gerdûnê ye. Ev nêrîna rastî ya mirovahî ye, divê mirov bikaribe rast li rastiyê binêre, fêhm bike û bîne ser ziman û li gorî vê ferasetê tevbigere, wisa bijî.
Divê em bikaribin rastiyê biparêzin û rast bibînin.
Îro rojbûna heqîqetê ya pîroz e, pîroz be.
Em ji heqîqetê hezbikin!
Nêrîna dilmirovîn ev e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê