30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muzîk û civak

Ez dixwazim di vê nivîsê de berê xwe û xwîneran bidim muzîkê ango li ser pirsa ‘têkiliya civakê û muzîkê çi ye?’ rawestim. Di dîroka mirovahiyê de muzîk wek amûreke ragihandinê li ser civakê roleke pir girîng leyîst û dileyîze. Meriv dikare bibêje ku muzîk bi çêbûna mirovan re derketiye holê, bi pêşketiye û heta roja îro rola xwe berdewam dike. Muzîk bi qasî ku bandor li civakê kiriye, ew qasî jî ji civakê bandor bûye. Bûyer, şer, pevçûn û felaketên mezin ên di nav civakê de qewimîne, bûne mijarên sereke yên muzîkê. Ev tiştên di nav civakê de pêkhatine, ketine ber pêlên muzîkê û muzîkê jî ji wan hunera xwe hunandiye. Lewra muzîk bûye amûreke çanda civakan ya sereke. A rastir çandê bi rêya muzîkê berdewamiya xwe pêk aniye, nexasim civakên mîna me kurdan bi saya muzîkê dikarin qala çand, ziman û dîroka xwe bikin. Wek mînak heke ku dengbêjî nebûya, em ê ji dîrok, çand û dewlemendiya zimanê xwe kêm bimana.

Ji ber vê yekê jî meriv dikare bibêje ku muzîk çandê, dîrokê û zimên digihîne civakan, di eslê xwe de ev hemû qad hevdû xwedî û têr dikin. Çand û muzîk bi rêya ziman xwe heyî dikin ku di heman demê de jî ziman jî bi saya çand û muzîkê xwe heyî dike. Heke yek ji van kêm be, bêguman a din jî kulek e. Diyalektîkek xurt di navbera van her sê heyînan de heye. Lewra meriv dikare bibêje ku ev her sê heyînên civakê (muzîk, çand û ziman) di heman demê de sedemên heyîna civakekê ne. Heke ku ev heyîn tune bin, meriv nikare qala heyîn û cudahiya civakan jî bike. Bi endûstrîkirina çandê re qad li van her sê heyînan teng bûye û pergalên heyîn (kapîtalîzm, netewdewlet, materyalîzm û hwd.) li gorî berjewendiyên xwe xwestine muzîk, çand û zimanî bixin bin kontrola xwe. Lewra xwestine hertim têkiliya di navbera wan heyîn û civakan de ji hev qut bikin. Ji bo ku vê yekê pêk bînin jî weke metayê ev heyîn derxistine bazarê. Jixwe bazar di bin kontrola wan de ye, vê jî bi xelatên xwe yên bi milyonan dolar û popûlîzmê dikin. Hertim li gorî piyaseyê kesên nû derdixin pêşberî civakê û wan dinepixînin. Vê bi rêya medyayê pêk tînin. Lê berevajiyê vê yekê jî hertim hunermendên ku çavkaniya wan civak e, derdikevin bi muzîka xwe xizmeta çand, dîrok û zimanê civaka xwe dikin ku ez ê li jêr behsa yekî ji van hunermendan bikim. Di aliyê ragihandinê de muzîk û ziman hevpar in. Herdu li ser bingeha ragihandina mirov û diyaloga di navbera mirovan de diyarker in. Ango hem ziman hem jî muzîk li ser têkiliyên kes û civakan bandor dikin. Taybetî jî di navbera beşên hunerê de muzîk xwedî hêzeke taybet e ku dikare bandorê li ser civakan bike, civakan biguherîne yan jî civakan bigihîne hev.

Desthilatdaran jî ev yek baş fêm kirine, lewra hertim xwestine vê hêza muzîkê wek amûreke sereke ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Dema em li dîrokê jî dimeyzênin hunermendên qral, padîşah, axa û began hebûne. Van hunermendan li gor berjewendiyên ‘xwediyên xwe’ muzîka koşk û qesran kirine. Dema em li huner an jî muzîka van kesan dimeyzênin gelekî dûrî afirîneriyê ne. Bandoreke muzîkê ya fêrkirin û fêrbûna zimên heye. Bi saya muzîkê her kes dikare zimanê xwe fêr bibe û him jî fêr bike. Heke meriv bixwaze zimanekî fêr bibe, rêyek wê jî guhdarkirina muzîka wî zimanî ye. Lewma çiqas muzîk di aliyê zimên de xwerû û pak be, fêmkirin, fêrkirin û fêrbûn hêsantir pêk tê. Ji bo vê jî ez dixwazim behsa hunermendekî ku bi albûmeke nû derket hemberî muzîkhezan bikim ku dikare alîkariyê ji bo fêrbûn û fêrkirina zimanê kurdî bike. Yûnis Das ê ku bi albûmeke nû di van rojên dawî de derket pêşberî muzîkhezên kurdî tam û çêja kurdî ji ‘Henase’ yê difûre. Yûnis Das bi xwe xebatkar û mamosteyê zimanê kurdî ye û gelek sal in ku li ser kurdî dixebite. Ji bilî xebata li ser ziman, qirik û dengê wî jî bi kurdî ye.

Lewma girîng e ku kesekî weke wî bi albûmeke kurdî derdikeve pêşberî muzîkhezan. Ew bi xwe hertim di nava hewldaneke geşkirina kurdî de bûye, ji bo vê yekê jî dema meriv li stranên wî guhdarî dike, meriv fêm dike ku albûm di bin destên kurdîhezekî re derbas bûye û meriv hîs dike ku bêhn û dengê kurdî ji albûma wî tê. Ji mijar û hêmanên stranan jî diyar dibe ku hûrbûn û xeme li ser zimên heye. Seranserî albûmê motîf û temayên kurdî hene û kurdiyeke xwerû di albûma nû ya Yûnis Das de heye. Di heman demê de bêhna stranên gelêrî ji muzîka Yûnis Das tê ku di hemû stranan de bi awayekî aşkera xemla kurdî xuya dibe. Lê di heman demê de muzîka wî bi şêweyekî nû hatiye hunandin. Ango hunermend xwestiye ku pirekê di navbera muzîka kurdî ya gelêrî û muzîka hemdem de çêbike. Belê hunermend afirîneriya xwe ya têkiliya di navbera muzîka gelêrî, kurdî û serdemî de derxistiye pêş ku tam û çêja stranên gelêrî bi şêwazê muzîka nû hunandiye. Di tevahiya albûmê de deh stran hene ku ji hiş û mejiyeke kurdî hatine û di serada mamosteyekî kurd û kurdî re derbas bûne. Hunermend xwestiye têkiliya civak û kurdî bi van stranan xurt bike. Peyv, hevok, gotin sade ne ku bi hêsanî tên fêmkirin. Peyv û gotinên rojane û kurt di vê albûmê de bûne malê muzîkê.

Di stranên weke “Azadî”, “Henase” û “Kerixîm” de bala hunermend li ser pirsgirêkên civakî ne. Di stranên din yên bi navên “Belkî”, “Çûk û Gul”, “Dûrî Bûrî”, “Heçkû”, “Mij û Berf”, “Tikûtenê” û “Zerya” de jî hest, bîr, evîn û tenêtî heye ku hunermend ji van direve. Acizbûyîna xwe ya li ser nezaniyê bi strana ‘Kerixîm’ tîne ser ziman. Di strana ‘Çûk û Gul’ê de jî hesret, evîn û bêrîkirin heye. Tenêtî, windabûn, acizî, nezanî, erzanî, neteqezî, xem, zarokatî, rev, evîn, gul û azadî hêmayên sereke yên albûmê ne. Werhasil dema meriv strananên Yûnis Das guhdarî dike, civak û kes bi hev re derdikevin pêşberî me. Li gorî lêkolînên li ser zimên, kesên di zaroktiya xwe de bi muzîkê re mijûl dibin û guhdarî dikin di karanîna zimên de serkeftîtir û jêhatîtir in ku peyv û bêjeyan baştir bi kar tînin. Lewma muzîka bi vî awayî ji bo zarok, ciwan û zimanê kurdî şans û serkeftin e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê