4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Newroz dê bibe mizgîniya çûna desthilatê’

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku Newroza 2023’yan wê bibe mizgîniya çûna desthilata AKP-MHP’ê û banga beşdariya pîrozbahiya Newrozê kir

Ji bo kurdan Newroz tê wateya vejîn, berxwedana li dijî zilmê û nûroj. Ji pîrozbahiya Newrozê re çend roj man. Newroza îsal bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” tê lidarxistin û dê Newroza îsal diyarî qurbaniyên erdhejê bên kirin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) pêşengiya pîrozbahiya Newroza li rojavayê Tirkiyeyê dike. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku Newroza îsal dê li qadan bibe hêrs û raperîna li dijî polîtîkayên desthilatê.

Giringiya Newrozê

Demîr bal kişand ser girîngî û wateya Newrozê û got: “Newroz ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê tê wateya vejîn û azadiyê. Di heman demê de roja berxwedan û têkoşîna li dijî zilmê ye. Bi sed salane gelê kurd xwedî li Newrozê derketiye û her tim hêrs û gotina xwe di Newrozê de gotiye. Newroza îsal wê bibe roja hesabxwestinê, raperîn û hêrsê. Dibe ku îsal Newroz bi coş neyê pîrozkirin lê wê ev Newroz rê li ber guhertina desthilatê veke. Lewma Newroza îsal pir girîng e.”

 ‘Wê Newroz çûna desthilatê nîşan bide’

Demîr destnîşan kir ku ew Newroza îsal wek mizgîniya çûna desthilata AKP-MHP’ê dibînin û bi vê girîngiyê nêzîkî Newrozê dibin û wiha got: “Temenê desthilata AKP-MHP’ê nemaye û riziyaye. Bi erdhejê re desthilat hin bêtir hilweşiya û têk çû. 20 sal in gel feqîr kiriye û her tiştê xelkê ji destê wan girtiye. Ji ber vê yekê wê Newroza îsal bibe mizgîniya çûna AKP-MHP’ê. Ji ber vê yekê divê em girîngiyê bidin Newroza îsal. Piştî Newrozê wê bi milyonan kes xwedî li sindoqan derkeve û êdî vê desthilatê bişîne. Di serî de jin, ciwan û divê her kesên li dijî zilmê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Werin em bibin yek û biherikin qadan. Em wisa bi bawerin ku wê ev Newroz bibe Newroza azadiya m