Rojnameya Heftane

Vîrus heman bandorê li hemû kesan nake!

Di nav van rojan de ku cîhan bi Covid-19'ê re ketiye nav xirecirekê, li ser vê rewşê gelek nîqaş û nirxandinên tên kirin. Teoriyên ku dibêjin ev komployoyek e, nîqaşên dibêjin encama polîtîkayên dewletan e, nirxandinên lîberalîzm, komunîzm,…

‘Evîn’ek ku tim evîndar bû!

Gotina dawiyê mirin e, lê mirin jî bi hebûn û jiyanê nikare. Jiyan tenê liv û lebata li ser rûyê erdê nîne, çimkî ew ên ku di dema jiyanê de kêlî bi kêlî xwedî rêbaz û armanc bûn, yê tim…

Newroz û destpêk

Newroz, di jiyana neteweya kurd da wek têgeh, cejin û efsane xwedî ciheke girîng e. Li ser bêjeya Newrozê gelek lêkolîn hatine kirin. Wek mînak di sala 2014ê da, pirtûkek Faysal DAGLI bi navê “Kutsal Kitaplar ve Mitolojide Kürdler/Kurd di Pirtûkên Pîroz û Mîtolojîyê da” ji Weşanên Aramê derçû. Beşa yekem a vê pirtûkê li ser Newrozê bû û wek gotar di malpera bi sê zimanan (kurdî, tirkî û îngilîzî) dirokakurdistan.comê da weşîya. Dîsa li ser mijarê Prof. A. ADAK bi navê “Newroz ji Perspektîfa Edebiyata Kurdî ya Klasîk” di Basnewsê da, sala 2016ê gotarek îlmî weşandibû. Ez jî dixwazim li ser têkiliya Newrozê bi destpêka kar, bûyer, azadî û rizgarîyê ra rawestim. Em karin Mem û Zîna Ehmedê Xanî ku du beşên xwe yên ji 42 malikan pêkhatî bo vegotina cejna Newrozê veqetandîye bikin mînaka destpêka hevnasîna keç û kuran. (DOST: 2010, 197)

Ji ber ragihandina otonomîya 11ê Adara 1970yî (deh roj berî newrozê bû) li Başûrê Kurdistanê ku bû sedema geşbûna hestên netewî yên kurdan û bihêzbûna tevgera ciwanên tirk ên çepgir ku li ber bayê nifşên 68an ên cîhanî ketibûn, rewşa awarte ya 12ê Adarê li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê hatibû ragihandin. Partî û Komeleyên Kulturê yên Rojhilat Şoreşger (DDKO) hatin girtin û hemû rêveber û kurdperwer avêtibûn zîndanê. Bi efûya giştî ya sala 1974ê şoreşger û kurdperwerên ku ji zîndanan derketin tekoşîna xwe bi awayek xurttir meşandin. Ji sala 1974an heta 1980yî şeş sal li ser hav gelek xebatên ziman, wêje, çand û hunera kurdî hatin kirin.

Berî her tiştî ez wek ciwanek kurd ê ku diçû pola duyem a lîseyê, di sala 1976ê da bi derketina kovara Rizgarîyê ku berpirsiyarê wê Mehemed Uzun û xwediyê wê Rûşen Arslan bû, ra li ser efsane û têgeha Newrozê bûm xwedî agahî. Meriv kare bibêje ku cara ewil di Newroza 1976ê da kovarek bi kurdî û tirkî li Bakurê Kurdistanê derdiket. Vê kovarê jî Newrozê wek destpêka gelek tiştên hêja dinirxand û derketina xwe ya di Newrozê da jî bi zanîn hilbijartibû. Di van salan da li Bakurê Kurdistanê agirê Newrozê geş bûbû. Lê dewleta dagirker a tirkan li hember vê pêla şoreşger a ku hemû kurdan bi hev ra pêk anî bû, rawestiya. Di parlamentoya tirkan da, Silêman Demirel, kovara bi kurdî (Rizgarî) li ser parlamenteran dihejand û digot ewrê reş ê dabeşkar li ser Tirkîyeyê digerin. Bi vî awayî enîyek nejatperest li hember kurdan ava kir. Artêşa tirkan jî bi awayek veşarî cih û zemîna darbeya (kudeta) leşkerî amade kir û di 12ê Îlona 1980yan da dest danî ser rêveberîya Tirkîye û Bakurê Kurdistanê. Li hember kurdperweran zîndana 5 nolû hat avakirin. Bi hêvîya ku dê mafê kurdan ji holê rabikin wehşetek nedîtî meşandin. Lê tu carî kes nikare mafê rewa yê kurdan ji holê rake.

Şerê dewletên dagirker (Îran-Iraq) li ser axa kurdan didomîya, 16ê Adara (5 roj berî Newrozê) 1988ê Helebçe, bi çekên kîmyewî hat bombekirin. Jenosayda li ser kurdan bi milyonan kurdên rizgarîxwez şehîd kir, lê nikarî pêşî li statugirtina kurdan a li ser beşek axa kurdan di Newroza 1991î da bigire. Di dema ku dewleta tirk nedixwest pêşiya weşana televîzyonê bi zimanê kurdî veke da, televîzyona kurdan li ser satelaytê bi kurdî dest bi weşanê kir. Li Bakurê welêt, bi taybetî jî li Amedê beşdariya pîrozbahiya Newrozê ya girseyî (ji milyonek zêdetir) ye. Lê mixabin jiber belavbûna vîrûsa koronayê ya cîhanî dê îsal hemû pîrozbahî bêne rawestandin.

Îro li du beşên Kurdistanê (Başûr û Rojava) bi milyonan zarokê kurdan bi zimanê xwe perwerdehî dibînin. Li dibistanan dersên ziman, wêje, dîrok, çand û hunera kurdî dest pê kiriye. Ez jî bi pîrozkirina Newroza xwendevanên rojnameya xwebûnê, dest bi nivîsên xwe yê di rojnameya Xwebûnê da, dikim.