3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz Uysal: Bi tecrîdê hêviya aştiyê tê tunekirin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal li Meclisê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Dixwazin Bi tecrîdê re hêvî û daxwaza aştiyê ya gelan jî tê tunekirin.”

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal di axaftina xwe ya li Meclisê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Uysal, bal kişand ser daxuyaniyên AKP’iyan ên têkildarî “Dewleta hiqûqê” û ev tişt anî ziman: “Ji bo dewleta hiqûqê divê maf û azadî bên misoger kirin, divê qanûn di bin venihêrîna darazê de bin û di rêgeza wekheviyê de cihêkarî neyê kirin.”

‘3 mafên bingehîn tên binpêkirin’

Uysal, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtîgeheke di nava sînorên Tirkiyeyê de û girêdayî Wezareta Dadê bifikirin ku divê li gorî Qanûna hejmar 5275’ê her 15 rojan carekê hevdîtinên bi malbatê re bên kirin lê ev 9 sal in tenê 5 hevdîtin hatine kirin. Tevî ku di qanûnê de nîne jî, hefteyê rojekê mafê parêzeran heye ku bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Lê parêzeran di nava 12 salan de tenê karîne 5 caran vî mafî bi kar bînin. Maf heye ku her 15 rojan carekî 10 deqeyan li ser telefonê biaxive lê ev 24 sal in ev maf tenê 2 caran hatiye dayîn. Bi binpêkirina van her sê mafên bingehîn jî diyar e ku bi tu awayî li gorî qanûnan nayê tevgerîn.”

‘Divê meclis bike rojeva xwe’

Bi domdarî Uysal anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ev 24 sal in bi awayekî derqanûnî didome û wiha pê de çû: “Hêj jî dixwazin bidomînin. Çima mekanekî keyfî ji bo şexs bi taybet hatiye avakirin? Heke Tirkiye dewletekî hiqûqê be, ma hewce nake her kes li hemberî qanûnan wekhev be? Di dewletên hiqûqê de li gorî şexsan mekan û qanûnên taybet nabin. Ji bo ku ev derhiqûqiye bi dawî bibe, divê Meclis tecrîdê bike rojeva xwe. Ji ber ku darazeke bêalî û serbixwe tune ye, ji ber ku Meclis jî xwedî wê îradeyê nîne ku pirsgirêka kurd çareser bike, tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan ev 24 sal in bênavber didome.”

Bal kişand ser sepanên DMME’yê yên pê nayên kirin

Di berdewamê de Uysal destnîşan kir ku li gel Abdullah Ocalan, her wiha 28 meh in agahî ji Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî nayên girtin û ev tişt anî ziman: “Yek ji qanûnên taybet ên di şexsê birêz Ocalan de hatiye sererastkirin jî rejîma înfazê ya muebbeta giran ku heta mirinê didome. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di 18’ê adara 2014’an de biryar da û got ku ev sererastkirina qanûnî li dijî qedexeya îşkenceyê ye. Anku birêz Ocalan ev 19 sal in bi awayekî li dijî qedexeya îşkenceyê tê ragirtin. Sedema binpêirina biryarên DMME’yê, yekser sererastkirineke qanûnî ye. Anku muxatab ev dere e, qanûnsaz, Meclis bi xwe ye. Biryara DMME’yê, ev 8 sal in li pêşiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê sekinandin. Tirkiye bi planên çalakiyê yên ne rast, her ku ji dest tê vê pêvajoyê dirêj dike. Bi sala ye bi van biryaran nehatiye kirin.”

‘Biryara NY’ê jî pêk ne anîn’

Uysal, qala biryara Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û wiha got: “NY’ê di 6’ê îlona 2022’yan de biryara tevdîrê ya demkî da û ev biryar ji hikûmetê re şand. Di vê biryarê de hate gotin ku divê dawî li tecrîda mutleq were anîn û divê destûr were dayîn ku parêzerek bêyî were bisînorkirin bikare hevdîtinan pê re deyne. Bi ser vê biryarê re 10 meh derbas bûn lê hêj tu gav nehatine avêtin. Em dizanin ku polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê, yekser eleqeaya xwe bi hewldanên çareserî û aştiyê heye. Ocalan dikare sûdekî mezin bide demokratîkbûna welêt. Dixwazin dengê wî qut bikin û bi tecrîdê re daxwaz û hêviya aştiyê gel jî tune bikin.”

Rêveberiya keyfî li derve jî belav bû

Uysal, ev rewşa rêveberiya keyfî li derve jî belav bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Kesên li dijî vê derhiqûqtiyê derdikevin jî diavêjin girtîgehan û hewl didin rastiyê veşêrin. Divê biryarên DMME û NY’yê yên têkildarî Îmraliyê pêk bînin û destûra hevdîtinên bi parêzer û malbatan re were dayîn. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di çarçoveya edalet, wekhevî û azadiyê de û pêşîlêvekirina demokrasiya Tirkiyeyê, em neçarin ku vê bikin. Em ê di her firsendê de li dijî polîtîkayên tecrîdê, mafê aştiyê biparêzin û bibêjin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”