7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Tenduristiyê ya Amedê Dr. Ekrem Karakay bi bîr anî

Platforma Tenduristiyê ya Amedê, di salvegera kuştina Dr. Ekrem Karakay de ew bi bîr anî û got: “Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin.”

Dr. Ekrem Karakaya par li Konyayê hatibû qetilkirin. Platforma Tenduristiyê ya Amedê di salvegera yekemîn de Karakaya bi bîr anî. Platformê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî daxuyanî da û Dr. Ekrem Karakaya bi bîr anî. Pêkehateyên platformê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin” vekirin. Xebatkarên tenduristiyê ji bo qurbaniyên qada tenduristiyê deqîqeyek rêz girtin.

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran daxuyanî da û kuştina Dr. Ekrem Karakaya bi bîr xist û destnîşan kir ku di 20 salên dawî de kuştina xebatkarên tenduristiyê zêde bûye. Tûran anî ziman ku siyasiyên Tirkiyeyê xebatkarên tenduristiyê hedef nîşan didin û îktidar ji tundî û kuştina xebatkarên tenduristiyê berpirsiyar e. Tûran da zanîn ku heta ku pergala tenduristiyê neyê guhertin wê tundiya li qada tenduristiyê jî kêm nebe û ev pergala tenduristiyê pergala tenduristiyê veguherandiye cehenemê. Tûran anî ziman ku ji bo pêşî li tundiya li qada tenduristiyê bê girtin divê îradeyek polîtîk hebe û xebatkarên tenduristiyê dixwazin di şertên mirovî de bijîn û nexweşan bidin jiyandin.