3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza Brîtanyayê dê ji bo Ocalan bê pîrozkirin

Kurd û dostên kurdan ji niha de li gelek tax, gund û navçeyan Newrozê pîroz dikin. bi qasî li Kurdistanê li Ewropa jî coş û kelecana Newrozê zêde de. Li welatên Ewropa jî amadekariyên Newrozê didomin. Li gorî nûçeya ANF’ê bernameya Newroza li Brîtanyayê dê mîna her sal îsal jî pîrozbahiyên Newrozê wê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd bên lidarxistin. Bi pêşengiya Meclîsa Gel û pêkhateyên wê, Newroz wê bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” di serî de li London, Liverpool û Edinburghê di navbera 19-27’ê adarê de li gelek bajarên Brîtanyayê bê pîrozkirin. Tê payin ku Newroz li 3 bajaran bi rengekî navendî bê pîrozkirin. Li gelek bajarên mîna Manchester, Exeter, Brighton, Sheffieldê jî wê agirê Newrozê bê dadan û bi rengekî girseyî li kolanan pîrozbahî bêne lidarxistin.

Pîrozbahiya herî navendî jî wê li Londonê bê lidarxistin. Li Londonê ciwanên kurd ên welatparêz bi rengekî kevneşop wê Newrozê pîroz bikin. Pîrozbahî êvara 19’ê adarê wê li avahiya Navenda Civaka Kurd a Haringeyê bê lidarxistin.

Serhado û Hozan Canê jî di nav de gelek hunermend û kom wê derkevin ser dikê. 21’ê Adarê jî wê agirê Newrozê bê dadan.

Pîrozbahiya navendî ya li Londonê wê 20’ê adarê li Finsbury Parkê were lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr jî wê di pîrozbahiyê de amade be. Hunermend Ferhat Tûnç, Serhado, Omid Şerîfî, Hozan Canê û Koma Zelal wê hunera xwe pêşkêş bikin.

Pîrozbahiyeke din a girseyî ya Newrozê wê li bajarê Liverpoolê pêk were. Di pîrozbahiyê de ya li salona Liverpool Olympiayê ku 19’ê adarê wê were lidarxistin, gelek hunermend wê tevlî bibin.

Di çarçoveya çalakiyên Newrozê de, dê di 22’ê adarê de li Parlamenta Brîtanyayê bi beşdariya siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û hunermendên dostên Kurdan resepsiyonek bê lidarxfistin.

Li li bajarê Edinbourg ê Skoçyayê jî Newroz wê bi rengekî girseyî bê pîrozkirin. Tevî hunermend Memozan gelek komên xwecihî wê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin. Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Mîraz Serhat û Elîf Sarican li ser pîrozbahiyên Newrozê agahî dan û diyar kirin ku ew Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” lidar dixin û diyarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.

London, Newroza Ciwanan

Dem: 19’ê adara 2022

Saat: 16:00-23:00

Adres: Navenda Civaka Kurd a Londonê

London, Newroza Navendî

Dem: 20’ê adara 2022

Saat: 12:00-19:00

Adres: Finsbury Park

Liverpool

Dem: 21’ê Adara 2022

Saat : 17:00-23:00

Adres: Olympia, Liverpool

Edinburgh

Dem: 27’ê adara 2022

Saat: 12:00-17:00

Adres: Navenda Civaka Kurd a Edinburghê