12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî Hewlêrê êrîşên fûzeyî

Hate ragihandin ku li dijî bajarê Hewlêrê êrîşekî bi fûzeyan hat lidarxistin.  Saziya li dijî Terorê ya Herêma Federal a Kurdistanê da xuyakirin ku êrîş bi 12 fûzeyan û ji derveyî sînorê Iraqê pêk hatiye.  Li gorî zaniyariyan fûzeyek ji wan li avahiya kana Kurdistan 24 jî ketiye û hin zirarên madî çêbûne.

Di êrîşan de tu kesan jiyana xwe ji dest nedaye.

Li gorî hin çavkaniyan ew êrîş vê carê ne bi riya milîsên Îranê ên li hundirê Iraqê pêk hatiye lê ew ji derveyî Iraqê anku ji Îranê hatine avêtin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî  êrîş şermezar kir û got ku armanca êrîşan xirakirina ewlekariya Herêmê ye û ew dê lêkolînên berfireh derbarê mijarê de pêk bînin.

Êrîş ji alî DYA’yê ve jî hate şermezarkirin û der barê mijarê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Tony Blinken daxuyaniyek da û wiha got: “Em êrîşan şemezar dikin, tiştekî bi kesekî nehatiye û zirar negihiştiye konsoxaneya me.”