12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YE’yê daxwaza Zelenski red kir  

Di roja 18’mîn a êrîşên Rûsyayê de dîsa hevdîtineke din di navbera heyeta Ukrayna û ya Rûsyayê de pêk tê. Der barê hevdîtinê de serokê Ukraynayê Vlodomer Zelneski da xuyakirin ku armanca hevdîtina heyeta Ukraynayê ew e diyalogek raste rast di navbera lîderê herdu welatan de dest pê bike. Armanc ew e ku ez û serokê Rûsyayê Vlademir Putîn dest bi diyalogê bikin. Zelneski di daxuyaniya xwe de wiha got: “ Peywireke zelal ya heyeta me ya diyalogê ew e ku hevdîtineke raste rast di navbera serokê herdu welatan de pêk were”.

Pêve girêdayî serokê Ukraynayê careke din bang li Yekitiya Ewropa û NATO’yê kir ku qedexeya firînê li ser ezmanê Ukraynayê pêk bînin û wiha pê de çû: “ Heke hûn ezmanê welatê me ji firînê re qedexe nekin dê piştî demekê fûzeyên Rûsyayê bi ser axa welatên Yekitiya Ewropayê de jî bên xwarê.”

Bersiva Yekitiya Ewropayê

Piştî vê bangê Yekitiya Ewropayê jî bersiva vê daxwaza Ukraynayê da.  Nûnerê Têkiliyên Derve yê Yekitiya Ewropayê Josep Borrell di daxuyaniyeke çapemeniyê de bersiva daxwaza serokê Ukraynayê da û wiha got: “ girtina ezmanê Ukrayna ji firîna balafiran re tê wateya xistina balafirên Rûsyayê ew jî tê wateya destpêkirina şerê cîhanê yê sêyemîn, lewre jî em naxwazin wê daxwaza Zelneski bi rengekî erênî bibersivînin”

Ji aliyekî din ve jî Josep Borrell êrîşên Rûsyayê wiha nirxandin û got: “ Serokê Rûsyayê Vlademir Putîn wiha dizanî ku dê di demeke kurt de Ukraynayê dagir bike, nizanibû dê Ukraynayê ewqasî li ber xwe bide her wiha texmîn nedikir ku Yekitiya Ewropayê û gelek welatên din ambargoyên ewqasî giran li dijî Rûsyayê pêk bîne.”