3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildanê bingeha şoreşê çêkir

Kurdên li Rojava bi salan ji aliyê Rejîma Baasê ve bênasname û bêstatu hatin hiştin. Hertim hatin înkarkirin. Di 12’ê Adara 2004’an de komeke şerûd di lîstika fûtbolê ya li Qamişloyê de şer derxistin. Di bûyerê de 7 kes hatin qetilkirin. Piştî vê êrîşê, gel li Qamişloyê daket kolanan û serî hilda. Çalakiyên serhildanê li bajaran berbelav bûn. Gelê Hesekê, Amûdê, Serêkaniyê, Efrînê, Kobanê, Helebê û Şamê tev li serhildanê bû. Di serhildanan de 52 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes birîndar bûn û gelek kes hatin girtin. Têkildarî serhildanên gel ên li dijî komkujiya Qamişlo Hevseroka Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif ji xwebûnê re axivî.

Beriya ku li Qamişlo komkujî pêk bê û gel li dijî komkujiyê serî hilde, rewşa siyasî li Rojava çawa bû?

Di şexsên şehîdên 12’ê Adarê de em hemû şehîdên azadiyê silav dikin. Em di salvegera 18’mîn a komkujiya Qamişloyê de ne. Em rewşa Rojava ya siyasî nikarin ji parçeyên din ên Kurdistanê cuda bibînin. Ji ber ku hikûmeta Sûriyeyê jî wekî dewleta tirk, Saddam Huseyîn û Şahê Îranê ku dijminantiya kurdan dikir, li Sûriyeyê bi heman rengî tevdigeriya. Girtin, kuştin gelek li pêş bû. Mirov dihatin girtin, windakirin û aqûbeta wan nedihat diyarkirin. Bi taybet piştî Beşar Esad hat ser desthilatdariyê, pêywendiyên Sûriye û Tirkiyeyê gelek zêde bû. Dijminantiya Îran, Tirkiye û Sûriyeyê ya li dijî gelê kurd zêde bû. Planên qirêj li ser rojavayê Kurdistanê meşandin. Dema Beşar Esad hat ser kar, zimanê kurdî qedexe kir. Jiyana kurdî bi hemû rengê xwe qedexe bû. Me bi lêdan û bedelên giran Newroz pîroz dikir. Me di Newrozan de şehîd û berdêlên giran didan.

Çima komkujî pêk anîn?

Bi taybetî piştî 2003’yan ku statuya başûrê Kurdistanê hat naskirin û ketina Saddam Huseyîn Tirkiye, dewleta Îran û Sûriyeyê jî ketin nava tirsek mezin. Piştî statuya kurdan di zagonan de li Başûr hat naskirin zêde tirsiyan. Wê demê salane yekîneyên tîmên gogê dihatin li Qamişlo û Dêrazorê dilistin. Ji Qamişlo diçûn Dêrazorê û ji Dêrazorê dihatin Qamişloyê gogê dilîstin. Salane di navbera tîmên gogê de lîstik dihat lîstin. Lê dewleta Sûriyeyê xwest tirsekê têxe dilê gelê kurd. Xwest hestê kurdewarî ku ji ber Statuya Başûr derketibû holê bişkînin û kêfxweşiya kurdan hilweşînin. Ji ber vê yekê rojane plan pêş xistin. Plana ku di 2004’an de çêbû jî ew bû ku hişmendiya erebî ya şoven ên ku ji bilî xwe yên din nas nake têxe tevgerê. Ji bo statuya Başûr hatiye naskirin vala derxin û wê kêfxweşiyê bişkînin û di nava kurdan de tirsekê ava bikin, hertim girtin, qetilkirin û tundî pêş xistin. Ji salê heta salê me tenê Newroz pîroz dikir. Lê ew jî li me qedexe dikirin. Bi taybet di navbera salên 2003-2004’an de li Sûriyeyê asta hovîtiya li dijî gelê kurd zêdetir bû. Nexwestin parçeyekî Kurdistanê bigihîje mafên xwe. Ji ber vê tirsa statuya kurdan, di 12’ê Adara 2004’an de di lîstika gogê de provokasyon bi pêş xistin.

Ruh, hest û fikra ku gelê kurd derxist kolanan çi bû?

Rojavayê Kurdistanê wekî parçeyekî biçûk ê Kurdistanê tê nasîn. Lê tu carî xwe ji parçeyên din ê Kurdistanê qut nabîne. Tu kurdên Rojava xwe ji parçeyên din qut nabînin. Hertim girêdana xwe bi parçeyên din re çêkiriye. Ji ber vê yekê dema li Qamişloyê bi plana qirêj gelê Dêrazorê derbasî statyuma sporê kirin, xwestin bi êrîşeke mezin komkujiyekê bikin. Lê gel bi awayekî ku tu kes ne li bendê bûn bersivek da. Hemû gelê kurd ji Endiwerê bigere heta Zorava û Şamê; kurdek li ku hebû daket qadan. Taybetmendiyeke Rojava heye. Gelek partiyên wê yên siyasî hene. Gel partiyên xwe yên siyasî danîn aliyekî û li gorî hesta kurdewariyê daketin kolanan. Ji bo yekitî û helwesteke neteweyî derkeve holê her kes daket kolanan. Ji bo li dijî hişmendiya qirker yekitiya xwe diyar bikin, ji bo li dijî hişmendiya ku ji ber nasnameya kurd êrîş dike, bibin bersîv daketin kolanan. Li Rojava û Sûriyeyê kurdek li ku hebû daketin kolanan. Serhildaneke mezin li rê çû. Bersîveke ku tu carî dewlet û rejîma Sûriyeyê ne li bendê bûn da. Rejimê digot ‘Em ê tirsekê çekin da ku her kes têkeve malên xwe. Em ê bi vê tirsê, hesta gel a girêdayî neteweya başûrê Kurdistanê vemirinin û gelê Rojava bêdeng bikin.’ Lê berovajî wê kurdên Rojava li her derê hest û helwesta xwe kirin yek û daketin qadan. Yekbûn û yekrêziya gelê kurd ji bo xwedîderketina li xwîna şehîdan bû. Rejîmê xwest hêzên kurdan bînin hemberî hev. Der barê malbata Barzanî, Rêber Apo û pêşengên kurdan de gotinên ne li rê gotin. Lê li dijî vê yekê hest û bertekên gelekî xurt derketin pêş. Dema kesek birîndar bû, bi sedan kes diçûn ber deriyê nexweşxaneyê û xwîn didan birîndaran. Hemû kesan li kolanan bi kevir, dar û bi derfetên xwe li dijî rejima Sûriyeyê bertekên xwe anîn ziman. Di demeke kin de Sûriye bi tevahî ket rewşek aloz. Dewleta Sûriyeyê mecbûr ma ku gavan paşve bavêje. Hawara xwe gîhand partiyên siyasî. Xwestin nûnerên partiyan bang bikin ku gel raweste. Xwestin komkujiya li Qamişloyê wekî şerekî navxweyî bidin xuyakirin. Xwestin wekî şerê ereb û kurdan bidin xuyakirin. Lê mijar ne ereb û kurd bûn. Mijar şikandina hêza gelê kurd û rêxistina gelê kurd bû. Xwestin gelê ereb û kurdan bi hev bidin şerkirin.

Daxwaza ku kurd û ereban bi hev bidin şikandin çiqas bi encam bû?

Hewldana kurdan û ereban bi hev bidin şikandin bi ser neket. Ji ber ku yekitiyek gelê kurd û ereb hebû. A ku xwest gelan ji hev qut bike siyaseta şoven bû. Di jiyana civakî û asayî de, kurd û ereb dostên hev in. Kirîvê hevin. Xal û xwarziyên hev in. Ciranên hev in. Eşîrên kurd û ereban hertim di nava hev de ne. Yekitiyeke xurt heye. Di nava xwe de pirsgirêkên xwe çareser dikin. Lê rejîma Sûriyeyê xwest di nava kurd û ereban de li gorî berjewendiyên xwe şoveniyê bi pêş bixin. Kesên ku bi hestên şoven tev digeriya derxistin pêş. Ew kes ji Dêrazorê anîn Qamişloyê. Lê encam bi dest nexistin. Ên li dijî vê êrîşa komkujiyê derketin eşîrên ereb û kurd bûn. Kurd û erebên ku bi welatparêzî û niştimaniya xwe tên naskirin nehiştin ku plana dewleta Sûriyeyê bi ser bikeve .

Serhildanê bandorek çawa li ser gelê kurd û ereb kir û pêvajoyek çawa bi pêş xist?

Mirov dikare vê serhildanê li Rojavayê Kurdistanê wekî qîrîna yekemîn bibîne. Li Kurdistanê heta niha nêzî 28 raperîn pêk hatin. Lê ev raperîn a li rojavayê Kurdistanê bû. Li gorî biçûkbûna Rojava ev qîrîn û raperîneke mezin bû. Ji bo kurd hişyar bibe û dijminê xwe nas bike raperîneke giring bû. Ji ber ku pergala perwerdehiyê ya rejîma Baasê kurd ji rastiyên xwe dûr xistibû. Nasnameya ereban dabûn hinek kurdan û polîtîkaya bişaftinê bi pêş xistibûn. Lê piştî serhildana Qamişloyê her kurdekî xwe nas kir û rastiya xwe dît. Dîtin ku tu ferq di navbera rejîma Sûriye, Tirkiye, Îran û Saddam de tune ye. Dîtin ku hemû dixwazin kurdan tune bikin. Gel dît ku rejîm ji bo kurd nebin xwedî statu, serî li hemû polîtikayan dide. Ji ber vê yekê kurdan yekitiya xwe bi pêş xist. Partiyên ku ji hev dûr bûn jî bêtir nêzî hev bûn. Serhildan bi taybetî ji bo ciwanan bû firsendeke mezin. Bêtir li dijî rejîmê serî rakir û li mafê xwe xwedî derketin. Ji bo gelê Rojavayê Sûriyeyê wekî gelên din mafê ziman, çand û nasnameyê bixwazin, ev serhildan bû wekî çirûskekê. Ev serhildan bû sedem ku em bêtir yekitî û rêxistinbûyîna xwe xurttir bikin. Şoreşa 2011’an bi serhildana 2004’an ve girêdayî ye.

Çirûska serhildana 2004’an bandoreke çawa li ser şoreşa 2011’an a Rojava kir?

Serhildana 2004’an kurd kirin yek. Bi taybetî derxistina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê û girtina Rêber Apo bû sedem ku kurd bêtir xwe bi rêxistin bikin. Bi derxistina Rêber Apo qutbûn û dûrbûnek çêbû. Serhildana 2004’an baweriya ku ‘Em dikarin li ser piyê xwe bisekinin û xwe bi rêve bibin’ pêş xist. Bi vê baweriyê em bi yekitî û rêxistineke xurt derbasî pêvajoya 2011’an bûn. Bingeha şoreşa 2011’an di serhildana 2004’an de dirûv girtibû. Bingeha rêxistin û yekitiyê ava kir. Dewleta tirk xwest rejîma Sûriyeyê li dijî kurdan sor bike. Lê ji ber ku kurdan ji fikr û felsefeya Rêber Apo xwe xwedî kirin xeta sêyemîm a Neteweya Demokratîk hilbijartin û nehatin lîstikê. Xeta ku kurd, suryan û ereb bi hevre bijîn hilbijartin. Tecrûbeya me ya 2004’an nîşan da ku kurd, ereb û suryan dikarin bi hev re bimeşin. Ev ji bo şoreşa 2011’an bû hîmek. Nîşan da ku em dikarin bi xeta sêyemîn a Neteweya Demokratîk çarenûsa xwe diyar bikin û xwe bi rêve bibin. Dewleta tirk hertim rejîm sor kir. Niha jî çeteyan bi rêxistin dikin û berê wan didin axa Sûriyeyê û Rojava. Dewleta tirk zilamên bi pereyan tên firotin bi rêxistin kirine û dişîne welatan. Em gelê kurd û gelên ku bawerî bi felsefeya xeta sêyemîn anîne teslîmî van planan nebûn. Hat dîtin ku kurd dikarin netew, civak û baweriyên din di nava xwe de vehewînin. Xeta Neteweya demokratîk nîşan da ku hemû gel dikarin bi hev re di nava hevde bijîn.

Îro lîstikên li dijî kurdan çiqas didomin. Kurd li dijî vê yekê çiqas hişyar in?

Bi sedan sal in kurd hertim leşkerê dijminê xwe bûn. Em hertim bi lehengî û wêrekiya xwe tên nasîn. Di dîrokê de û di avakirina Sûriyeyê de me erk û berpirsiyariya xwe pêk anî ye. Ji bo parastina axa Sûriyeyê me rola xwe lîstiye. Lê ji ber siyaseta li dijî gelê kurd, kurd hertim wekî metirsî dîtine. Piştî şoreşa Rojava êdî kurdan hebûna xwe ispat kir û xwe dan naskirin. Bi şoreşa Rojava êdî dîroka rast hat nasîn. Êdî kurd dikarin bêjin em ê nebin leşker û êsîrê dijminê xwe. Şoreşa Rojava misoger kir ku li gel mafê gelê kurd mafê gelên din ên li ser axa Mezopotamyayê dijîn jî heye. Misoger kir ku hemû gelên li ser vê axê dikarin bi hev re xwedî nasname û statu bijîn. Em dikarin bi felsefeya Rêber Apo li hev xwedî derbikevin. Êdi fikr û felseyefa Rêber Apo bûye malê hemû civak û neteweyan. Îro rêveberiya xweser ku hêza xwe ji fikr û felsefeya Rêber Apo digire, îro ji bo Rojhilata Navîn bûye mînak. Me fikra ku ‘Gelên li ser vê axê nikarin bi hev re bijîn’ berovajî kir. Gel êdî li dijî rejîman û pergalan tifaqa xwe bi pêş dixe û li hev xwedî derdikevin. Dikare li dijî van pergalan serî rake. Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeya Demokratîk ispata herî mezin e ku her netew dikarin bi reng û baweriyên xwe bi hev re bijîn. ispata ku Rêveberiya xweser mafê kurd, ereb, suryan û keldanan diparêze. Maka felsefeya ku hemû bawerî û netew dikarin li ser vê axê bi aramî bijîn. Nîşan dide ku hemû bawerî dikarin di nava aramî û aştiyê de bijîn.

Perwîn Yûsif kî ye? 

Perwîn Yûsif Hevseroka Kantona Qamişlo ye. Endama damezirîner a Rêveberiya Xweser e. Perwîn Yûsif di nava gelek xabatên siyasî û rêveberiyan de cih girtiye. Di serhildana Qamişloyê de di nava kar û xebatên ciwanan de cih girtiye û di pêvajoya şoreşê de jî gelek erk dane ser milê xwe.