spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza Îdirê: Em ê 14’ê gulanê ji îktidarê rizgar bibin

Li Îdirê pîrozbahiya Newrozê diyarî qurbaniyên erdhejê hat kirin û xelkê peyama “Em ê ji vê hikumetê rizgar bibin” da.

Li Îdirê pîrozbahiya Newrozê ji aliyê kurd, tirk, terekeme û azeriyan ve hat kirin. Pîrozbahî li Qada Newrozê pêk hat û qad bi alên partiyên weke HDP, DBP, Partiya Çep a Kesk hat xemilandin.

 Qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn

Jinên Îdirê bi cilên xwe yên gelêrî û xemla xwe tev li Newrozê bûn û dîmenên xweşik ketin ber objektîfan. Beşdariya zêde ya ciwanan jî bal kişand ser xwe. Li qadê bê navber dirûşmên “Hikumet îstîfa” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtina qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

 Em ê bi ser kevin

Hevserokê HDP’a Îdirê Mehemt Sekman axaftina destpêka bernameyê kir û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Îdirê Bahar Etrecî jî bal kişand ser hilbijartina 14’ê gulanê û got: “Em ê bi vê coş û kelecanê di 14’ê gulanê de ji vê îktidara zalim xilas bibin. Em ê bi ruhê Newrozê qedera welat di 14’ê gulanê de biguherînin.”

Endama MYK’a DBP’ê Aynur Sarica jî destnîşan kir ku dîroka kurdan dîroka berxwedanê ye û got: “Îro li Îmraliyê tecrîd û êrişeke dijwar heye. Tecrîd li hemû girtîgehan û li ser tevahiya welat belav bûye. Heta azadkirina girtiyan wê têkoşîna me bidome.”

‘TAVILÊ TECRÎDÊ RAKIN’

Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk jî qurbaniyên erdhejê bi bîr anîn û wiha axivî: “Îktidara faşîst a AKP-MHP’ê gelê me di bin kavilan de hişt û terkî mirinê kir. Em li vir carek din dibêjin ku em heqê xwe li we helal nakin. Ev hikumet dijminê gelê kurd e. Hemû çavkaniyên welat ji bo şerê li dijî kurd tê kirin tê xerckirin. Teqez em ê vê îktidarê biguherînin. Tecrîdeke giran li Tirkiyeyê heye. Birêz Abdûlah Ocalan di bin şert û mercên giran ê tecrîdê de ye. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Em dibêjin tavilê vê tecrîdê bi dawî bikin.”

Parlamnetera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy jî anî ziman ku ew ê bi şîna qurbaniyên erdhejê û bi berxwedanê hesab ji vê îktidarê bixwazin.

Jinan agirê Newrozê vêxist. Piştre jî hunermend Hediye Alkan derket ser dikê û stran got.