2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza Nisêbînê bû dîrok

Şahidê Serhildana Nisêbînê Nazim Uçak anî ziman ku gel bi awayekî xwezayî derket kolanan û li dijî komkujiya Cizîrê bertekên xwe anîn ziman û got: “Polîs bi panzêran ket nava girseyê. Koma li ser Pira Şehîdan xwe avêt çem. Zêdeyî sed kes birîn bûn. Ruh û kelecana Newrozên berê pir cudabûn

Di salên 1992’an de li Cizir, Nisêbîn, Hezex û Şirnexê Newroz vegeriyan serhildanê. Gel xwest Newrozê pîroz bike, lê polîsan bi panzêran êrîşî girseyê kir û gelek kes hatin kuştin. Li dijî van êrîşan gel derketin kolanan û çalakiyên girseyî pêk anîn. Yek ji van navendên ku piştî Newrozê serhildan pêş ket jî navçeya Nisêbînê bû.

Pîrozbahiyên Newroza 1992’yan ji bo kurdan heyameke girîng e. Kurd tevî hemû komkujiyan jî agirê “serîhildanê” vêxistibûn. Li Şirnex û Cizîrê di dema pîrozbahiyan de gel hatibû gulebarankirin û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dabû. Berevajî Şirnex û Cizîrê pîrozbahiya li Nisêbînê bi awayekî aram hatibû kirin. Lê piştî ku xebera komkujiyên li Şirnex û Cizîrê gihaştibû Nisêbînê, roja din gel daketibû kolanan. Gelê Nisêbînê di 22’yê Adarê de ji bo şermezarkirina komkujiyan daketibû kolanan û piştî demekê her çûbû girse zêdetir bûbû li ser Pira Şehîdan. Piştî dora girseyê hatibû dorpêçkirin, girseyê jî dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Vê carê heman tişta li Şirnex û Cizîrê li Nisêbînê jî hatibû kirin. Polîsan gel guleberan kiribûn û bi panzerêan bi ser gel de çûbû. Li gor hejmarên fermî 16, li gor şahidan jî 21 kes hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûbûn.

Yek ji şahidê wê Serhildana Newroza 1992’an Nazim Uçak bû. Nazim Uçak qala wê rojê kir.

Nazim Uçak anî ziman ku di sala 1992’yan de wan Newroza xwe pîroz kir û vegiriyabûn malê û wiha got: “Me di 21’ê Adara 1992’an de xweş Newroz pîroz kir. Heta Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel wê demê gotibû ‘Ji ber li Nisêbînê bûyer pêk nehatiye em ji gelê Nisîbênê re spas dikin’. Lê piştî wê li Cizîrê êrîşî gel kiribûn û qetlîam pêk anîbûn. Piştî em vegeriyan malê me bihîst ku li Cizîrê qetlîam pêk hatiye. Gelê Nisêbînê piştî bûyerên li Cizîrê bihîst ji bo bertekên xwe bînin ziman derketin kolanê. Xwestin li dijî komkujiyan bertekên xwe bînin ziman.”

Serhildan xwezayî pêş ket

Nazim Uçak da zanîn ku gel ji taxa Elîkan herikî ser Pira Şehîdan û wiha axivî “Li taxa Elîkan ên ku bihîst berê xwe da kolanê. Yeko yeko hatin cem hev û li hev kom bûn. Bi awayekî xwezayî gel hatin cem hev û li ser Pira Şehîdan kom bûn. Gel bi awayekî xwezayî li Pira Şehîdan (Çeq çeqê) kom bûn. Gelê li Pira Şehîdan kom bûn bertekên xwe anîn ziman û gotin ‘Çima qetlîam pêk hatiye.’ Dema em çûn ser pirê, li pêş me panzêrên çar teker hebûn. Polîsek ji panzêrê derket û got; ‘We Newroza xwe pîroz kiriye. Divê hûn vegerin. Ji Enqerê ferman hatiye. Eger hûn venegerin panzêra din ku bê, dê têkeve nava girseyê.’ Wê demê ez 13 salî bûm. Polîsan dora girseyê dorpêç kiribû. Girse li ser pirê rûniştibûn. Di wê navberê kalekî temen mezin hat. Ji panzêrê gule li wî kalî reşandin û ew xistin xwarê. Dema ew ket xwar, 3-4 sivîl çûn ser wî, rahiştin wî û ew birin.”

Polîs bi panzêran ketin nava girseyê

Nazim Uçak bilêv kir panzêr ne sekinî û ket nava girseyê û wiha axivî: “2 panzêr li pey hev ketin nava girseyê. Dema panzêr ketin nava girseyê, dîtina ku min dit, ez di bin pirê de bûm. Millet hev dahf da û xwe ji ber panzêrê dan alî. Wê demê dîsa meha rojiyê bû. Gelek millet hatin kuştin. Dema polîs bi panzêran ketin nava girseyê dahne esir bû. Di êrîşa polîsan de gelek însan hatin kuştin. Beriya ku ez biçim, bavê min destmêj girt û got ‘Dê gelek însan bên kuştin.’ Em û çend cîran û xizm li hev kom bûn û çûn. Bi rastî jî wisa bû. Niha jî dema ew roj tê bîra min ez diricifim.”

Polîsan li ser her kesî gule direşand

Uçak, bibîr xist ku polîsan li ser girseyê gule reşand û wiha lê zêde kir: “Kî dihat pêş polîsan, li wan gule direşandin û dikuştin. Wê demê çem diherikî. Derdora çem tev zevî bû. Zeviya vala bû. Wê demê pira Ahmet Kaya tune bû. Millet li wir xwe li avê xist. Kesên temen mezin bi destê min girtin. Min jî li gel mezinan xwe li avê xist û ez derbas bûm. Piştî min av derbas kir, min xwe avêt malekê. Min dît ku gelek kesên din jî xwe avêtine wê malê. 50-100 mirov ketibûn wê malê. Piştî girse belav bû. Bi aperloran bang kirin û gotin ‘Derketina kolanan qedexe ye.” Derketina kolanan qedexe kiribûn. Min ji xwedîyê malê re got ‘Ez ê derkevim.’ Ez derketim û hetim malê.”

Serhildana Nisêbînê bûye dîrok

Nazim Uçak anî ziman ku bertekên gel ji xweber pêş ket û wiha berdewam kir: “Kesî kevir û çek bikar neanî. Bi awayekî xwezayî bertek pêş ket. Lê polîs û leşkeran qetlîam pêk anî. Gelê Nisêbînê ev buyer tu car ji bîr nekir. Zêdeyî 100 însan birîndar bû. Nêzî 40-50 însan hatin kuştin. Her çend di fermiyetê de 20 mirov bînin ziman jî, lê gelek mirov hatin kuştin. Gelê Nisêbînê tu carî ev ji bîr nekir. Ev bûyer bû mîlad. Hişmendiya îqtîdara wê demê û ya niha heman hişmendî ye. Di salên 1990’î de gelek însan bi destê hisbîkontra hatin kuştin. Kesên wê demê beşdarî çalakiyê bûn tev bi rojî bûn. Tev bi destmêj bûn. Lê gelek ji wan hatin kuştin û cenazeye wan ket avê û derbasî aliyê sûrîyê bûn. Gelek kesên bi rojî hatin kuştin. Cenazeyên wan ber bi avê çûn. Newroz wê demê cejn bû. Cejna azadiyê û biharê bû. Tevî hemû tirsê gel dîsa diçû beşdarî Newrozê dibû. Diçûn Newroz pîroz dikirin û vedigeriyan malên xwe. Newroz ji bo me kurdan wateya wê ji biharê cudatir, ruhê azadî û serhildanê bû. Dewlet naxwaze gel xwe nas bike û xwe bi rêxistin bike. Naxwaze gel xwe bigine hev û bi hevre tev li çalakiyan bibe. Naxwaze hişyar bibe. Berê jî qedexe dikir û niha jî naxwaze bi girseyî û coş bê piroz kirin. Her tim dixwazin li gorî xwe Newrozê pîroz bikin. Naxwazin em bi reng, çand û ruhê serhildanê Newrozê pîroz bikin. Dema em li gorî xwe pîroz dikin qedexe dikin.”

Ruhê Nawrozên 90’î pir xurt bû

Nazim li ser ferqa Newrozên salên 1990’î û Newrozên niha rawestiya û wiha got: “Kelecan û coşa Newrozên wê demê ji yên niha zêdetir bûn. Ji ber ku wê demê Newroz qedexe bûn. Wê demê qedexe bûn, lê niha serbest e. Bes wê demê kelecan û ruhê Newrozê cuda bû. Xweştir bû. Berê girse kêm bû, lê ruhekî pir xurt hebû. Berxwedanek mezin hebû. Lê niha girse pir e, ruhê wê lawaz e. Kelecan kêm e. Berê me xwe dixemiland. Em bi reng û ruyê xwe diçûn. Newrozên îro bi ked, têkoşîn û bedelên salên 1990’î gihiştin vê astê. Newrozên îro hez û girseya xwe ji Newrozên salên 1990’î digire.”

Uçak, daxwaza xwe ya ji bo Newrozê anî ziman û wiha got: “Em dixwazin Newroz bêyî kuştin, bi coş û kelecanek mezin bê pîrozkirin. Em dixwazin her kes beşdarî Newrozê bibin.
Em dixwazin ev Newroz bibe Newroza aştî, azadî û serkeftinê.”