2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Wanê diherikin qada Newroza Azadiyê

Bi deh hezaran welatiyên Wanê ji taxên cuda yên bajêr ber bi qada Newroza Azadiyê ve derketin rê . Herîkan gel a qada Newrozê ya li Keleha Wanê didome.

Coş û kelecana Newroza Wanê ji saetên serê sibehê ve dest pê kir. Newroz, bi dirûşma “Rabe dema azadî û sekeftinê ye” tê lidarxistin û navnîşana wê parka Newrozê ya di navbera Keleha Wanê û Gola Wanê de ye. Xelkê bajar ji saetên serê sibê ve ji gelek navçe û taxan hatin navendê. Piştre jî ber bi qada Newrozê ya li quntarê Keleha Wanê ve herikîn.  Li navenda bajar jî liv û tevgera pîrozbahiyê ji saetên zû ve dest pê kir. Bi hezaran welatî ji noqteyên cuda yên bajar hatin gel hev. Gelek welatî bi meşê, gelek jî bi wesayîtên xwe yên taybet û bi wesayîtên komelî ber bi qadê ve diherikin.

Welatî, ji çar noqteyên lêgerînê derbas dibin û wisa dikevin qadê. Welatiyên dikevin qadê, bi coşa Newrozê dikevin govendê û govendê digerînin. Jin bi kiras û fîstanên xwe, zilam jî bi şel û şepikan tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê tije dibe û flamayên bi rengên kesk, sor û zer li qadê li ba ne. Li qadê bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zinandanan” bilind dibin

Dê daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirgirêka kurd a bi rêyên demokratîk di Newrozê de bên kirin û herikîna gel a ber bi qadê ve didome. Pîrozbahî demek şûnde dê dest pê bike. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê dê Ebrû Demîrtepe, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Harûn Okay, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, ji dayikên di Nobeta Edaletê de Aslihan Tîmur, ji TJA’yê Bêrîvan Bahçecî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari dê di pîrozbahiyê de biaxivin.

Hunermend Faraz Sine, Suavî, Koma Aryen û Helîmê Omerî derkevin ser dikê.