Agirê Newrozê îro li Dîlok, Şirnex, Giyadîn, Wan, Colemêrg, Stenbol, Îzmîr, Tekîrdag, Kocaelî, Bursa, Denîzlî, Osmaniye, Sêwereg, Xelfetî û Pirsûsê yên Rihayê geş bû.
Dîlok
Li Dîlokê di saetên serê sibê de bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” coşa Newrozê dest pê kir. Navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya li taxa Şehîd Kamil li Otobusa Tûra Kevin (li kêleka Lîseya Mehmet Akîf Ersoy) ye. Welatî ji bo beşdarî pîrozbahiyê bibin di saetên serê sibê de li buroyên pêwendiyê yên hilbijartinê û avahiyên DEM Partiyê hatin cem hev û bi wesayîtên anonsê çûn qadê.
Şirnex
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şirnexê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” Newrozê pîroz dike. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Jinan cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê jî bi alên DEM Partiyê hatin xemilandin.
Giyadîn
Li navçeya Giyadîn a Agiriyê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” ve pîrozbahiya Newrozê tê kirin. Pîrozbahiya ku li otogara navçeyê tê kirin, bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat xemilandin. Gel ber bi qadê ve diherike.
Stenbol
Navendên din
Pîrozbahiyên Newroza îsal ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tên lidarxistin didomin. Îro li Wan, Colemêrg, Stenbol, Şirnex, Îzmîr, Dîlok, Tekîrdag, Kocaelî, Bursa, Denîzlî, Osmaniye, navçeya Giyadîn a Agiriyê û navçeyên Sêwereg, Xelfetî û Pirsûsê yên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin.