5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurtejiyana Emînê Evdal (1906-1964)

Pedegog û helbestvanê kurd Emînê Evdal di rojnameya Rya Teze dest bi xebatê kir. Yek ji ronakbirên kurdên Sovyetê ye. Di kurdolojiya Sovyetê re rolek lezin lîst.

Etnograf, pêdagog û helbestvanê kurd yê Yekitiya Sovyetê, ji malbeteke êzidî li gundê Emençayîrê ya bi ser Qersê ya ku di wan salan de bin desthilatdariya Împeratoriya Rûsyayê de bû, jidayik dibe. Di salên Şerê Cîhanê yê Yekemîn de gundê wan tê xirakirin, dê û bavên wî bi tevî gelek kurdên êzidî têne qirkirin. Ew ji ber vê xezebê direve û derbasî aliyê Ermenistanê dibe. Ew heta sala 1919’an li sêwîxaneya Gumriyê dimîne. Paşê di salên 1921-24’an de diçe Tiblîsê texnîkûmayê temam dike û li wir li cem Hakob Xazaryan (Lazo) dest bi karên kurdî yên çandî û zimanî dike.  Piştre vedigere Ermenistanê di dibistanên gundên kurdan ên ber pala çiyayê Elegezê de dersdariyê yanî mamostetiyê dike.

Ji serê salên 1930’î û vir ve ji bo pirtûkên dersan materyalan amade dike. Her wiha di rojnameya Rya Teze de dest bi xebatê dike û di wir de gelek nivîsan ji zimanê ermenî wergerî kurdî dike û diweşîne. Dîsa li ser pedagojî û etnografiyayê di rojnameyê de gotaran dinivîse.

Di salên 1932-37’a da li Zanîngeha Rewanê beşa fîlologiyê dixwîne. Paşê di sala 1945’an de li ser mijara jina kurd xwendina xwe ya bilind dike. Ji sala 1959’an heta dawiya jiyana xwe li Para Rohilatzaniyê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyêtê de dixebite.

Emînê Evdal yek ji wan ronakbîrên kurdên Sovyêtê yên navsere û nifşa cêrga yekê bû û bi pêşketina kurdzaniya (kurdolojî) Sovyetê da roleke mezin lîstiye û wisa jî hîmdarekî edebiyata kurdî ya Soyvêtê bûye. Ligel pêşengên çanda kurdî yên wekî Heciyê Cindî, Erebê Şemo, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl, Wezîrê Nadirî, Qanatê Kurdo û çendekê mayîn ên din dixebite.

Di sala 1964’an de li Êrîvanê ji ber nexweşiyeke giran koça dawî kir.

Pirtûkên wî:

Xebername: Ji Zimanê Fileyî – Kurmancî, Neşra Hukumata Şewra Filistanê, Rewan 1933 (Bi tevî Vardan Pêtoyan, Cerdoyê Gênco û Hecîyê Cindî).

Folklora Kurmanca, Neşra Hukumata Ermenistana Şêwrê, Rewan, 1936 (bi tevî Heciyê Cindî).

Bihar, Neşra Hukumatê, Rewan, 1936.

Kitêba zimanê kurmancî: Bona Dersxana 4’an, Neşra Hukumatê, Rewan, 1936

Mêtodîka Zimanê Kurmancî, Neşîrêta Haypêthrat, Êrîvan, 1953.

Xebernama Kurdî ya Rastnvîsandinê, Neşîrêta Akadêmiya Ulma ya RSS Ermenistanê, Înstîtûta Tarîqê, Êrîvan, 1958.

Poêtêd kurdan a Sovyetê, Neşîreta Hikûmata Ermenistanê, Êrîvan, 1963.

Heleqetiyêd Pizmamtiyê Nav Kurda de, Neşîreta Akadêmîya RSS Ermenistanê ya Ulma, Sêktora Rohilatzanî, Êrîvan, 1965

Perîşan, Neşîrêta Hayastan, Êrîvan, 1965.

Gulîzer, Neşîrêta Hayastan, Yêrêvan, 1973.

Memê û Zînê, Neşîrêta Haypêthrat, Yêrêvan, 1958.

Şiêran û Poêman, Neşîreta Ermenîstanê ye Dewletê, Êrîvan, 1963.

Jina kurd: Li Gorî Materyalên Etnografîk û Folklorîk di nav malbata patrîarxal de, Akademiya RSS Ermenistanê ye Ulma, Êrîvan, 1948 (xebata wî ya doktrorayê ye – bi ermenkî).

‘Emirê Teze Nav Cimaeta Kurmanca ye Sоvyêtê de, Neşîreta Akademiya RSS Ermenîstanê ya Ulma, Êrîvan, 1953, – bi ermenkî.

Berevok, Neşîreta Sovetakan Grox, Yêrêvan, 1977,

Bawermendiyên Kurdên Êzdî, Neşîrêta Akademiya Ulma ya RSS Ermenistanê, Êrîvan, 1960.