18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Stenbol û Îzmirê ji bo azadiya Ocalan herikîn Newrozê

Bi sed hezaran şêniyên Stenbol û Îzmirê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herikîn qadên Newrozê û bi yek dengî “Bijî Serok Apo” qêrîyan.

Li Stenbol û Îzmirê pirozbahiya Newrozê dest pê kir. Bi deh hezaran li dora Agirê Newrozê govendê digerînîn û bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dikin.

Stenbol

Ji bo pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi sedhezaran kes ji saetên serê sibehê yên zû ve herikîn Qada Yenîkapiyê. Li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide û coşa gel her ku diçe zêdetir dibe.  Newroza Stenbolê ku li Qada Yenîkapiyê tê lidarxistin, bi tevlibûna deh hezaran kesan dest pê kir. Pîrozbahî bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê lidaxistin. Ji 39 navçeyên bajêr ji heft salî heta heftê salî bi hezaran karker, kedkar û jin ji saetên zû yên serê sibehê ve herikîn Qada Yenîkapiyê.  Welatiyên hatin qadê, ji çar noqteyên cuda yên lêgerîn ketin qadê. Jin, bi cil û bergên kurdî tev li bûn û di destê her kesî de flama û berstûyên kesk, sor û zer û bandaj hebûn. Li dika li qadê pankarteke mezin a bi nivîsa “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat daliqandin. Li gelek noqteyên qadê jî ala û flamayên DEM Partiyê û pankarta TJA’yê ya mezin a bi nivîsa “Bi jin, jiyan, azadiyê dem dema berxwedan û azadiyê yê” hate daliqandin.  Li qada Newrozê têkildarî hilbijartinên cihî jî peyam hatin dayîn. Li qada Newrozê pankarta “Ji partiyên burjuvayê re deng tune ne. Ji bo mitehitan deng tune ne. Dengên me ji bo Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî ne” hate daliqandin.

Bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dikin

Li qadê coşeke mezin heye û girse gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dike. Her wiha girse ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan, dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Kurdistan, bimre koledarî” berz dike.

Bi hezaran kesên qada pîrozbahiyê tije kirin, bi lêxistina muzîkê re dest bi gerandina govendê kirin. Jinên ku bi çepik û tililiyên xwe coşa li qadê zêde dikin, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di vê navberê de bi sed hezaran kesan bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Komîteya Amadekar a Newrozê ku piştî rêzgirtinê derket ser dikê, girse silav kir.

Newroza azadiya Ocalan e

Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz derketin ser dikê û girse silav kirin. Yangoz, cejna Newrozê hemû gelên bindest pîroz kir. Mûrat Kalmaz jî anî ziman ku Newroz navê azadiyê ye û gelê kurd nêzî azadiya xwe bûye û wiha got: “Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Em dibêjin ku beriya azadiya birêz Ocalan em nikarin qala azadiyê bikin. Heta ku birêz Ocalan nebe, di serî de pirsgirêka kurd dê tu pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nebin.”

Piştî axaftina hevserokan, koma Golgedekîler derket ser dikê. Welatiyan li ber stranên komê govendê gerandin.

Piştî koma Golgedekîler dê dayikên di Nobeta Edaletê de agirê Newrozê vêxin. Di berdewamiya bernameyê de dê Hevseroka HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî, nûnerên EHP, TJA, EMEP û BMG’ê biaxivin. Di heman demê de dê hunermenda tunusî Emel Mathlouthi, Mîkaîl Aslan û Mûrad Demîr jî derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.

 Îzmîr

Li Îzmîrê hezaran kesên ku Qada Gundogdûyê tije kirin, Newrozê pîroz dikin. Welatiyên serê sibehê li pêşiya cihên kontolê kom bûn, nêzî saetên nîvro ji cihên kontrolê derbas bûn û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” derbasî qada Newrozê bûn. Jin cil û bergên herêmî, ciwan bi şal û şepikan di qadê de cihê xwe girtin.

Welatiyan di Qada Gundogduyê de posterên Denîz Poyraz a di encama êrişeke çekdarî de li avahiyê HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin û alên TJA, DEM Partî û hêzên sosyalîst ên çepgiran hilgirtin. Di qadê de pankartên “Bi rihê têkoşîna Kawayê Hesinkar em cihên bitecrîd hilweşînin, bajarên azad, ekolojîk û demokratîk ava bikin”, “Newroz pîroz be” û “Bijî azadî, bimre koledarî” hatin vekirin.

Girseya kom bûyî govend gerand, dirûşm berz kir û tililî avêt. Pîrozbahiyê Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Bernameya Newrozê dê bi axaftinên Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin bidome.