18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kantona Cizîrê dê li 7 navendan Newrozê pîroz bike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê diyar kir ku dê li 7 navendan Newrozê bi girseyî piroz bikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê bernameya şahiyên Newrozê aşkera kir. Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Talet Yunis daxuyanî li Çerxerêya Şehîd Yusif Gulo ya Qamişloyê xwend.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, Kongra Star, saziyên xizmetguzariyê, sivîl, TEV-DEM, Meclisa Malbatên Şehîdan û partiyan tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de navend û cihên ku dê şahiyên Newrozê lê bên lidarxistin hatin aşkerakirin. Li gorî daxuyaniyê navend ev in:

Li Dêrikê navenda Newrozê ya li ser rêya Mamûrê.

Li Tirbespiyê li Qada Newrozê ya li Dirêcîkê.

Li Girkê Legê û Çilaxa li qada Newrozê ya li gundê Helîq.

Li Qamişloyê li Qada Newrozê ya li Hîmoyê.

Li Amûdê li Qada Newrozê ya li Cagir Pazarê.

Li Dirêbsiyê li Qada Newrozê ya li Çolbistanê.

Li Hesekê li Qada Newrozê ya li Bendava Xerbî.

Her wiha hate diyarkirin ku Newroza îsal bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” tê pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku bi girseyî tev li şahiyan bibin û Newroz bibe.