5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Newroz azadî ye

 Bi sed hezaran kes beşdarî Newroza Wanê bûn. Parlamentera DEM Partiyê Sayyigit peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwend. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di peyamên xwe de anî ziman ku ew bang li hemû gelan dike ku li dora Modernîteya Demokratîk kom bibin û xwe bi reng û nasnameya xwe bi rêve bibin.

Newroza Wanê bi coşa sed hezaran kesand didome. Girseyê heta demekî dirêj li ber stranên hunermend Faraz Sine govend gerand. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di pîrozbahiyê de nirxandina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de ji bo Newrozê kiribû xwend.

 Peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan

Peyama Ocalan a têkildarî Newrozê wiha ye: “Newroz azadî ye, ev rêyeke azadiyê ye.

Silav ji kesên rêya mezin a azadî û wekhevî ji xwe re kirine rêber,

Silav ji gelê kurd re ku ji gelên herî qedîm ên vê xakê ye, Newroz watedar kiriye û ji quntarê çiyayên Zagros û Torosan heta newalên çemên Dîcle û Firatê; ji xakên Mezopotamya û Anatoliyayê yên pîroz heta şaristaniyên çandinî, gund û bajaran re DAYIK’tî kiriye…

Gelê kurd û civakên din ên xwişk-bira ku bi hezaran salan ev şaristaniya mezin bi nîjad, ol û mezhebên cuda re jiyaye. Hewldan hatiye dayîn ku bi zextên siyasî, mudaxileyên derve û li ser esasê berjewendiyên komî berê wan bidin hev û pergalên heq, hiqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin di nav wan de bên avakirin.

Bi şerên fethê yên di du sedsalên dawî ve, bi mudaxileyên hêzên emperyalîst ên rojavayî ve hewldan hatiye dayîn ku ferasetên zextker û înkarger bên avakirin, civakên erebî, tirkî, farisî û kurdî weke netewe dewletên biçûk dabeş bikin û di nava sînorên xeyalî û pirsgirêkên sunî de bifetisîne.

Polîtîkayên zext, tunekirin û pişaftinê yên ku bingeha xwe ji modernîteya kapîtalîst a sedsala dawî digirin; hewldanên komeke elît a îktîdarê ya bijarte ku tevahiya dîrok û hiqûqa xwişk-biratiyê înkar dike îfade dike. Avakirina erdnîgariyên etnîk û yekneteweyî, berhemeke ji hedefên modernîteya kapîtalîst a dermirovî ye ku esl û cewhera me înkar dike.

Gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn êdî şiyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji bo avakirina pergaleke modernîteya alternatîf û demokratîk bingeha xwe ji cewhera dîroka rasteqîn digire di nava lêgerînê de ye. Êdî dixwaze li ser koka xwe dîsa zindî bibe, mil bide milê hev û raber ser pêyan.

Êdî dema têkçûna rejîmên mêtingeriyê, ferasetên zextker û yekperest hatiye.

Têgeha ‘EM’ di herka dîrokê ya van xakan de xwedî wateyeke girîng û berfireh e. Lê îktîdarên bijarte ev têgeh teng kirine û daxistine ‘YEK’ê. Êdî dema wê hatiye ku em ruh û pratîka berê dîsa bidin têgeha ‘EM’ê.

Me, bi dehan salên xwe tenê ji bo îspatkirina hebûna gelê kurd bi navê yekperestiyê tune dihat hesibandin feda kir, me bedelên mezin dan. Tu fedekarî û têkoşîna ji bo vê hatiye dayîn vala neçûn. Gelê kurd careke din xwebûna xwe ya cewherî û nasnameya xwe bi dest xist. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesibîne, înkar dike û cihêkariyê dike serûbin bû.

Ji bo ku em bi hev re ji vê dorpêça zilmê derkevin ku di roja me de baş hatiye fêmkirin ku li dijî hiqûqa xwişk-biratiyê û dîrokê ye, ez bang dikim ku Rojhilata Navîn li gorî cewher û şaristaniya xwe, modernîteya me ya demokratîk ava bike.

Şerê me tu caran li dijî nîjadekê, olekê, mezhebekê yan jî komekê nebûye û nabe jî. Şerê me li dijî perçiqandinê, nezaniyê, neheqiyê, paşverûtiyê, her cureyên zext û mêtingeriyê ye. Tevî hemû xeletî, kêmanî û xeletiyên sedsala dawîn jî, me hemû gel, çîn û çandên rastî karesatên mezin hatine, yên hatine mexdûrkirin girtin gel xwe û em hewl didin pergala modernîteya demokratîk ava bikin. Banga me ji bo nûnerên hemû gelên bindest, çîn û çanda ye; banga me ji bo jinan ku çîna bindest û mêtingeh a herî kevin e, ji bo mezhebên bindest û hemû hebûnên çandî, ji bo nûnerên karkeran û hemû kesên rastî cihêkariya pergalê hatine ew e ku li dora Pergala Modernîteya Demokratîk bicivin û zîhniyet û forma nû qezenc bikin.

Avakirina pergala modernîteya demokratîk a alternatîf a li cihî, herêmî û kûrewî, ne tenê ji bo gelê kurd, dê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê azadiyê bi xwe re bîne. Li ser vî esasî ez Cejna Newrozê li hemû kesî, li hemû gelan pîroz dikim.

Dem, dema azadiyê ye.

Silav ji kesên hêz didin vê pêvajoyê re,

Bijî Newroz!”

Bayindir: Gelê kurd azadiyê dixwaze

Piştî nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê hatin xwendin girseyê bê navber dirûşmeyên “bijî Serok Apo” berz kirin. Pişt re Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di Newroza bicoş a Wanê de axivî û wiha got: “Têkoşîna gelê kurd ev 100 sal in didome. Ev qad vê têkoşînê baş rave dike. Polîtîkaya wan li dijî vî dîmenî têk diçe. Çi dikin bila bikin dê nekarin bi ser kevin û bi gelê kurd serî bidin tewandin. Dê têkoşîna me ya li dijî şer û dagirkeriyê bidome. Bawer bikin dê gelê kurd serî netewîne. Erdogan û Bahçelî li hemberî têkoşîna gelê kurd ewqas aels bûn ku niha hêviya xwe girêdayî kontrayan kirine. Hêviya xwe girêdayî kesên li Kurdistanê bi hezaran kurd qetil kirin dikin. Yên ku di salên 90’î de li biryargehên JÎTEM’ê hatin perwedekirin û kurd didan kuştin, îro heman rêbazê bi kar tînin. Hûn kujer in û gelê me baş bi vê dizane. Ev planên we di Newrozê de têk çûye.”

Gelê kurd azadiya Rêberê xwe dixwaze

Bayindir, bi domdarî got ku gelê kurd daxwaza azadiya xwe dike û wiha domand: “Gelê kurd ji bo azadiya birêz Ocalan li ser pêya ye. Gelê kurd daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dike. Em ê li her devera cîhanê li dijî tecrîd û dijminatiya li kurdan têbikoşin. Çi dibe bila bibe dê serkeftin a me be.”

 Hatimogullari banga çareseriyê kir

Piştre jî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî û ev tişt anî ziman: “Heta ku hûn bi me re bin bila kesên li Enqereyê faşîzmê belav dikin baş bizanin ku em ê tu caran têk neçin. Bila Erdogan bê û vê meydanê bibîne. Bila bibîne bê ka gelê kurd çawa têkoşîna xwe ya ji bo ziman, çand û hebûna xwe diparêze.”

Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser nirxandina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a têkildarî Newrozê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di peyama birêz Ocalan de aştî heye û pêşniyar pêkvejiyanê dike. Em bangî hemû muxataban dikin; pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye û divê were çareserkirin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka 4 parçeyan e, pirsgirêka gelan e û divê were çareserkirin. Ji bo gelên me bi aştiyane bijîn, divê jiyaneke hevpar were avakirin. Divê ev yek di bin mîsogeriya destûra bingehîn de be. Di heman demê de perwerdeya bi zimanê dayikê divê were mîsogerkirin. Em bi rêya piştevaniyê ji xwe bi awayeke aştiyane dijîn. Em bangî van dîktatoran dikin; hema hûn li ser serê me nebin sî, em tu tiştekî din ji we naxwazin. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd, aştî ye. Em jî têkoşîna xwe ya birûmet mezin dikin.”

Hatîmogûllari bi domdarî bal kişand ser hilbijartinên cihî axaftina xwe wiha qedand: “Em hewl didin ku di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest bixin. Em ê dersekî bidin kesên li Kurdistanê şer û birçîtiyê li gel ferz dikin. Hûn dê li ser sindoqan bersivê bidin kesên zimanê kurdî qedexe dikin û dijminatiyê li gel û baweriyên cuda dikin. Erdogan, niha hêviya xwe girêdayî Hîzbûlkontraya ku li Kurdistanê gelek mirov qetil kirî. Em ê di hilbijartinê de derseke mezin bidin wan. Ji bo vê jî divê em bi ruhê seferberiyê bixebitin.”

Piştî axaftinan, pîrozbahî bi stranên Helîmê Omerî re berdewam kir.