3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di Newrozê de azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Li 15 navendan bi milyonan mirov li qadên Newrozê kom bûn û bi coşek herî mezin Newroz pîroz kirin. Li Stenbol û Wanê bi sed hezaran kes li dora Agirê Newrozê yê Azadiyê kombûn û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin.

Gelê kurd û dostên kurdan li Wan, Stenbol, Îzmîr, Colemêrg, Pirsûs, Xelfetî, Sêwêrek, Bismîl, Şirnex, Dîlok, Kocelî, Giyadîn, Osmaniye, Tekîrdag, Bûrsa û Denîzliyê daketin qadan û bi coş Newroz pîroz kirin.

Bi milyonan gelê kurd di saetên serê sibê de li 15 navendan bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikîn qadên Newrozê. Gel li qadên Newrozê govend gerandin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Bi sedhezaran kurdên li qadan li dora Agirê Newrozê govend gerandin, ji bo azadiya fiziki ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwazên xwe anîn ziman. Li gel meha rojiyê jî ji 7 salî heta 70 salî xwe bi cil û bergan neqişan û Newroz pîroz kirin.

Pirsûs

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi tevlêbûna hezaran gel li Parka Aştiyê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Gel li qadê rengên kesk, sor û zer vekirin û pankartên “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” û “Vîna milyonan d nava çar dîwaran de hilnayê” vekirin. Girseyê li qadê bê navber dirûşmeyên “Şehid namirin”, “Bîjî Serok Apo”, “Bîjî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.  Di pîrozbahiyê de nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên Newrozê hatin xwendin. Gel bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Li qadê Dayikên Aştiyê Agirê Newrozê geş kirin bê navber dirûşma “Bîjî Serok Apo”, “Bîjî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Xalfetî

Li navçeya Xalfetî ya Rihayê jî bi hezaran kes li Qada Newrozê kom bûn û Newroz bi coşek mezin pîroz kirin. Gel li parka 4 Nisanê kom bûn û qad bi renge kesk, sor û zer xemilandin. Gel li qadê dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Li Zindanan girev heye”, “Ji tecrîdê re na” rakirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berwxedana zindana” berz kirin. Hunermend Ozlem Taner derket ser dikê û stran gotin. Gel li ber stranan govend gerand û Newroz bi stranên Bewar Tekbaş bi dawî bû

Sêwêreg

Li navçeya Sêwêregê ya Rihayê jî bi hezaran kes li Bazara Pênşemê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Gel li dora Agirê Newrozê govend geran û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin. Di pîrozbahiyê de Koma Avesta derket ser dikê û stran gotin. Newroz bi govendê bi dawî bû.

Bismil

Li Navçeya Bismîlê ya Amedê jî bi hezaran kes li Qada Otogarê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Girseya ku li qadê kom bû bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Li vir jî gel Agirê Newrozê pêxist û li dora agir govend gerandin.  Piştî axaftinan Koma Dilzar û Dengbej Şahabettin derketin ser dikê û stran gotin. Gel li ber stranan govend gerand û Newroz bi govendê bi dawî bû.

Şirnex

DEM Partiyê li Şirnexê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” û bi tevlibûna deh hezaran kesan pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Bi deh hezaran kesên li qadê kom bûn bi cil û bergên neteweyî û pankartan qad xemilandin û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin. Gel piştî agirê Newrozê geş kirin li dora agirê Newrozê û li ber stranan govend gerandin.

Hunermend Kadîr Çat derket ser dikê û stran got. Bi deh hezaran kesên qad tije kirin bi yek dengî strana “Meskenê min çiya ne çiya” gotin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî di pîrozbahiyê de axivî. Ozturk anî ziman ku  zîhniyeta qirêjî li dijî gelê kurd komkujî pêk anîn û wiha got: Li Zîlanê, Dêrsimê, Roboskê û Helebçeyê komkujî hatin kirin û ev gel van komkujiyan ji bîr nake. Lê tevî van jî gelê kurd dest ji têkoşîna azadî û aştiyê berneda. Em ê bi ser kevin. Ji me re dibêjin bi awayekî bêrûmet bijîn, lê em qebûl nakin. Li dîroka me binêrin bê ka kî hatin û kî çûn. Zîhniyeta we ya qirêjî jî hat lê ew jî ji Kurdistanê biçe. Gelê kurd ne carekê bi hezaran caran nîşan da bê ka çareserî kî ye. We di sala 2015’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin û pêvajoyeke çareseriyê çêbû. Lê ev pêvajo bi kêrî vê zîhniyeta qirêjî nehat û mase ji hev belav kir. Tecrîda li ser birêz Ocalan giran kirin û şer domandin. Êrişên wan ên li çar parçeyên Kurdistanê didomin lê em ê van êrişan vala derxînin. Hûn çiqas zextê jî bikin vaye xelkê Şirnexê li vir e. Em tu caran xelas nebûn û dê xelas nebin jî. Heke hûn demokrasî û azadiyê bixwazin, wê demê ji hêla fîzîkî divê birêz Ocalana azad bibe. Dê têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bidome. Rêya me vekirî ye û rojên geş li pêşiya me ne. Em ê bi hev re vê ronahiyê li welêt belav bikin.”

Piştî axaftinan jî hunermend Şehrîbana Kurdî derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Wan

Pîrozbahiya Newrozê ya Wanê ku bi sed hezaran kes tev li bûn, bi gerandina govendê bi dawî bû. Piştî axaftinan, hunermend Helîmê Omerî û Suavî derketin ser dikê. Girseyê li ber stranên Omerî û Suavî heta demekî dirêj govend gerandin û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Îzmîr

Bi hezaran kesên herikîn Qada Gundogdu ya Îzmîrê Newrozê pîroz kirin. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de li pêşiya noqteyên lêgerînê kom bûn, di saetên ber bi nîvro de ji noqteyên Qada Cumhuriyetê û Qada Alsancakê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” daketin qadê. Bi hezaran kes herikîn qada Newrozê û welatiyan bi cil û bergên kurdî rê li ber dîmenên rengîn vekir.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza Îzmîrê de axivî û got ku dê xwedîderketina wan a li deklarasyona Newroza 2013’an a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidome. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî wiha got: “Bila dost û dijmin her kes baş bizane ku dê ev Newroz bibe Newroza azadiya birêz Ocalan.”

Dîlok

Coşa Newrozê li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê belav bû. Pîrozbahî li navçeya Şehît Kamîl bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate pîrozkirin. Hêj ji saetên zû yên serê sibehê ve bi hezaran kesan berê xwe dan Qada Otobusên Turê. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li bûn û bi taybet jî tevlibûneke xurt a jin û ciwanan hebû. Bi hezaran kesên tev li Newroza Dîlokê bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan nirxandinên Abdullah Ocalan ên di Newrozên berê de parve kir, wiha got: “Em ê heta dawiyê li dijî tecrîdê têbikoşin. Ev Newroza Azadiya Ocalan e.”

Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê û Aslan bi hev re agirê Newrozê vêxistin. Bi hilkirina agirê Newrozê re çepik hatin lêxistin, tililî hatin avêtin û girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan azadî” berz kir.

Bi vêxistina agirê Newrozê re coşa li qadê jî mezintir bû. Herî dawî jî Kolektîfa Rîtmên Azad derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Kocaelî

Li Kocaeliyê, Newroza 2024’an bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Baxçeyê Millet a navçeya Daricayê de hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi coşeke mezin dest pê kir. Welatiyên govend gerandin gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Polîsan nehiştin welatî tiştên xwe yên bi rengên kesk û sor û zer têxin qadê. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo  kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. piştî axaftinan hunermend derketin ser dikê stran gotin. Newroz bi govendê û stranan bi dawî bû.

Colemêrg 

Newroza Colemêrgê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li qada Otogara Teksenê hate pîrozkirin. Bi hezaran kes di saetên serê sibehê de herikî ber quntarê Çiyayê Simbî.
Jin bi kiras û fîstanan û zilam jî bi şel û şepikan tev li pîrozbahiyê bûn. Li qadê flamayên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û pankartên “Têkoşîna jinan a li dijî tacîz, destdirêjî, cînayet û îstîsmarkirina zarokan li her derê ye” û “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Newrozê ve” hate xemilandin. Bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Parlamenterên DEM Partiyê aktîvîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê agire Newrozê vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da. Piştî axaftinan jî koma muzîkê ya Lawje derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê û bi dirûşma “Newroz pîroz be” bi dawî bû.