17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Newroza 2024’an geş kir

Pêkhateyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê agirê Newroza 2024ˊan pêxist.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirê Newroza 2024’an pêxist û li vir daxuyanî da. Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de şehîdên di oxira her tim agirê Newrozê pêxistî be de canê xwe daye û gel bi azadî û rûmet bijîn bi bîr anîn.

Hevserokan Meclisa Rêvebera Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de Newroz li tevahî gelê Herêmê, di serî li malbatên şehîdan, şervanên HSDˊê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn de pîroz kir û diyarkirin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi gelê xwe re ye ku nirx û wateyên Newroza rasteqîn bi rêya pêkanîna Hevpeymana Civakî û rizgarkirina xaka Sûriyeyê pêk bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de gotin îro agirê Newrozê pêdixin û destpêkirina pîrozbahiyên Newroza 2024ˊan li bajar, bajarok û navçeyên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihînin û her wiha bang li gel dikin beşdarî Newrozê bin.