4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwazin Iraqê jî bikin şirîkê qirkirinê

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs anî ziman ku sedema heyeta Tirkiyeyê ya serdana Iraqê, ji bo operasyonek li dijî statu û destkeftiyên kurdan e û dixwaze Iraqê jî bikin hevkarê xwe yê operasyona qirkirinê.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin têkildarî operasyona derveyî sînor di 14’ê adarê de çûn Bexdayê û bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kirin. Têkildarî armanca çûna heyeta Tirkiyeyê ya Iraqê Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamus nirxandin kirin. Karamûs anî ziman ku serdana nûnerên Tirkiyeyê ya Bexdeyê di çarçoveya operasyonek berfireh de pêk hatiye û wiha got: “Ev ne cara yekemîn e. Berê jî Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan çûbû Iraqê. Amadekariya operasyonek mezin dikin. Bi vê serdanê armanc dikin ku hikûmeta Iraqê jî bikin şirîkê vê operasyonê. Dixwazin piştgiriya wan jî bistînin.  Niha di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û PDK’ê de jî peymanek operasyona hevpar heye. Armanca van diyalogên dîplomatîk, operasyonên nû ye. Dixwazin hem li başûr û hem jî li Rojava operasyonan pêk bînin. Çend roj berê dîsa heyetek Tirkiyeyê çûbû DYA’yê. Bi vê trafîka dîplomasiyê armanc dikin ku ji bo dagirkerî û operasyonê erêkirina DYA’yê bigirin. Dîsa dan û stendina Tirkiyeyê bi Rûsya û Îranê re heye.”

Dixwazin li Başûr bi cih bibin

Ahmet Karamûs da zanîn ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di meha pêş de amadekariyê dike ku biçe Iraqê û wiha berdewam kir: “Tê payîn ku Erdogan piştî meha Remezanê biçe Iraqê. Bê şik û guman hemû amadekariya dewleta tirk a dagirker ewe ku operasyonek mezin pêk bînin. Erdogan jî û Hakan Fidan gotibûn dixwazin di demên pêş de operasyonekê pêk bînin. Armanc ewe ku piştî operasyonê bikevin herêmê û careke din dernekevin. Mebest ew e ku serkeftin û destkeftinên kurdan tune bike. Hedefa sereke ew e ku tevgera azadiyê tasfiye bike. Em bi tu awayî vê yekê qebûl nakin. Em bi hemû hêza xwe li diji vê yekê nin. Em ê heta dawî li pişt destkeftiyên kurdan bin.”

Hevkariya PDK’ê nayê qebûlkirin

Karamûs helwesta PDK’ê û hikûmeta başûr jî rexne kir û wiha got: “Yek ji mijara xemgîniyê jî ewe ku hikûmeta başûr û PDK bi dewletek dagirker re hevkariyê dike. Ev helwest nayê qebûlkirin. Divê PDK vê metirsîdarî û tahlûkeyê bibîne û van peymanên ku bi dewleta tirk re îmze kiriye bi dawi bike.”

KNK li dijî hevkariya PDK’ê ye

Karamûus da zanîn ku Tirkiye dixwaze ji konjuktura siyasî, geşedanên li Rojhilata Navîn û şerê di navbera Rûsya û Ukranyayê de, di asta jor de sûdê bigire û got: “Tirkiye dixwaze van geşedanan wekî şantaj li dijî DYA, Ewropa, Îngîltere û welatên din bikar bîne. Armanc, hedef û konsepta dewleta tirk ew e ku destkeftî û statuya gelê kurd, (li çar parçeyên Kurdistanê) ji holê rake. Hebûn û statuya gelê kurd red dike.”

Karamûs destnîşan kir ku Tirkiye bi kiryarên xwe, bûye dewletek terorîst û hemû şewazî ewlekariya herêmê têk dibin û wiha pêde çû: “Dewleta tirk a dagirker, ji bo tekbirin, kaos û qeyranên civakî, aborî, siyasî û herêmî pêş bixe, bûye çavkaniya mezin û sereke. Tirkiye dixwaze li dijî DYA, Rûsya û koalisyona navdewletî vê rola xwe bikar bîne ku destê xwe xurt bike. Em jî wekî KNK’ê vê rewşê ji nêzîk ve dişopînin. Em dibêjin Tirkiye dewletek dagirker e. Piştî 2015’an tirkiye vegeriye dewletek ku kaos û krîzan ava bike. Ev mijarek sereke ye. A din ji aliyê stratejik ve wekî Rojavayê Kurdistanê roj bi roj bi pergala xwe ya modernîteya demoratîk û bi avakirina civaka demoratîk ku ji aliyê her kesî ve bi sempati tê pêş xistin û ji bo her kesî dibe çareseriyê hemû pirsgirêkan, wekî alternatifa jiyanê tê dîtin. Tirkiye naxwaze pergalek bi vî rengî li Rojhilata Navîn pêş bikeve. Ji ber ku dibîne pergala bêîstîkrarî û dagirkeriyê wextê xwe derbas kiriye. Dibîne ku pergala jiyana hevpar û civaka demokratîk dibe alternatifa wê. Dewletên herêmê ji vê pergalê ditirsin û êrîş dikin. Ev pergala nû ya civaka demokratîk îro li Rojhilata Navîn tê qebûlkirin û her kes bi sempatî piştgiriyê didê. Wekî paradîgmaya çareseriyê dibîne. Ji ber vê yekê dewlet dixwaze vê pergalê ji holê rake.  Li dijî paradîgmaya jiyana hevpar e. Dixwazin vê pergala jiyana hevpar ji holê rakin. Dixwazin kurd nebin xwedî maf û derfet. Dixwazin kurd nebin xwedî statu û nasname. Naxwazin kurd di nava dewletan de bên nasîn. Armanca dewleta tirk dijminantiya li dijî gelê kurd e. Bingeha xwe ji nijadperestiyê digire. Ji perspektifa îslama tirk digire. Ev dan û stendin û amadekariya operasyonan hemû li ser înkar û redkirinê ye.”

Adar meha serhildan û têkoşînê ye

Karamûs serdana heyeta Tirkiyeyê ya beriya Helebceyê rawestiya û got: “Ez di serî de kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînim. Meha Adarê meha serhildan û têkoşînê ye. Meha em yekîtî û yekrêziya xwe nîşan bidin. Tirkiye bi dîplomasiyê dixwazin dewletên din jî bikin şirîkê xwe. Em bang li hemû gelê kurd dikin ku bi fikr û bedenên xwe li dijî van operasyon û komkujiyê bibin yek rêz, yek deng û yek beden. Ev hêza me ya berxwedanê dikarin rê li pêş vê yekê bigirin. Banga me ya yekitî û yekrêzî û berxwedana hevpar a çar parçeyan e.”