3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li navçeyên Amedê Newroz bi girseyî pîroz kir

Gel li navçeyên Peyas û Bajarê Nû yên Amedê Newroz bi girseyî pîroz kir. Girseyên ku li Qadên Newrozê kom bûn agir geş kirin û bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo” qêrîyan.

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li navçeyên Peyas û Bajarê Nû agirê Newrozê pêxist û Newroz pîroz kir. Bi sedan kesên li qadan kom bûn bi hevre agirê Newrozê geş kir û Newroz pîroz kirin.

Kesên li ber buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li Peyasê hatin bahev, bi meşaleyan meşiyan. Parlamenterê DEM Partiyê û Hevserokên DBP yên Amedê û gelek kes tev li meşê bûn. Beriya meşê li ber buroyê li ber stranên Newrozê govend gerandin.  Pişt re girse bi dirûşmeyên “Newroz pîroz be” ber bi Taxa Peyasê ve meşiyan. Girseya ku gihişt taxê li vir ji aliyê şêniyên taxê ve bi awayekî bicoş hatin pêşwazîkirin. Girseyê li vir li ber erbane û dahol û zirneyê demekî dirêj govend gerand. Di dema pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li Parka Bariş a Taxa Ben û Senê ya Semta Şehîdlîkê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû jî Newroz pîroz kir. Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Nû û parlamentera DEM Partiyê ya Amedê, rêveberên DBP û DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Girseyê di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin.

Pîrozbahiyên Newrozê bi govendê bi dawî bûn.