3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helebceyên nû ferz dikin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Armanc ew e ku rêveberiya Bexdayê jî bikşînin xeta dij-Kurd. Dewleta tirk 3 sal in tevî hemû piştevaniya qada navneteweyî û teknîka leşkerî, diplomatîk a NATO’yê jî dike û nake, nikare plana xwe ya dagirkirina başûrê Kurdistanê bibe serî.

Dewleta tirk, ji bo qirkirina gelê kurd, di nava trafîkeke mezin a dîplomasiyê de ye. Şefê dewleta tirk a qirker û dargirker Erdogan wezîrên desthilata faşîst a AKP/MHP’ê pêşî şandin Bexda û Hewlêrê, piştre ew şandin Washîngtonê. Şandeya ku ji Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û şefê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ve pêk tê herî dawî li Bexdayê rêze hevdîtin pêk anîn. Di dosyeya wan de weke her carê dijminatiya kurdan, plana nû ya dagirkirina başûrê Kurdistanê hebû. Armanc ew e ku rêveberiya Bexdayê jî bikşînin xeta dij-Kurd. Dewleta tirk ev 3 sal in tevî hemû piştevaniya qada navneteweyî û teknîka leşkerî, eskerî û diplomatîk a NATO’yê jî dike û nake, nikare plana xwe ya dagirkirina başûrê Kurdistanê bibe serî. Di çarçoveya vê plana dagirkeriyê de li herêmê têkiliyên xwe yên bi rêveberiya PDK’ê û xanedaniya malbata Barzanî re jî pir pêşxistiye. Bi vê tifaqa ku li ser dijberya Kurdan hatiye avakirin hewl dide li herêmê bi cîh bike û dagirkeriyê  berfireh bike.

Lê, ji ber ku gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi berxwedan û şerekî mezin vê plana wê ya qirêj pûç dikin. Çavsoriya rejîma dagirker û qirker ya dewleta tirk li dijî gelê kurd mezintir bû. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan ji bo êrişên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd derxe asteke bilindtir ket nav hewldanên nû. Ji bo vê plana qirkirinê jî mîna her carê ji bo xwe şefê şer ava kir. Hakan Fîdan û Yaşar Guler, şefê xwe yê îstîxbaratê Îbrahîm Kalin ji bo vî şerê qirêj bi taybet erkdar kir. Di çarçoveya şerê dij-kurd de ev hersê mehluqat li gorî perspektîf û daxwaza Erdogan li herêmê û qada navnateweyî dest bi bazariyên qirêj kirin. Li Bexda, Hewler, Ewropa û Amariyê bi gelek aliyên cûra re rûniştin. Yek armanc û hedefa wan hebû, têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê.

Bi wêne û agahiyên ji başûrê Kurdistanê hatin derket holê ku tenê PDK’ê piştgirî daye plana nû ya dagirkeriya tirk. Ji ber vê yekê Tayîp Erdogan, wezîrê xwe yê karê derve Hakan Fîdan û şefê MÎT’ê Îbrahîm Kalin hefteya borî şandin paytexta Amerîka Washîngtonê. Hakan Fîdan bi wezîrê karê derve yê Amerîkayê Antony Blînken re, Îbrahîm Kalin jî bi Serokê CÎA’yê Willam Burns re rûniştin. Di her du hevdîtinan de jî dewleta tirk di êrişên li dijî gelê kurd û tevgera azadiyê de piştgiriyeke zêdetir ji Amerîkayê xwest. Piştî vegera ji Amerîkayê, serdana sîlahşorên deshilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê ji bo Bexdayê girîng e. Jixwe rayedarên dagirkeriya tirk digotin, wê rojeva wan a sereke têkoşîna li dijî PKK’ê be. Yanî wê şerê li dijî kurdên azad be.

Tevî van jî hin alî dibêjin; “desthilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê şerê li dijî gelê kurd ji bo di hilbijartinê de weke kozekê bi kar bîne wisa tevdigerin.” Di destpêkê de em vê bêjin kesên ku wisa difikirin û dibêjin ji dijminatiya dewleta tirk a li dijî gelê kurd tiştek fam nekirine. Dewleta tirk a dagirker û qirker tu carê bi awayeyê taqtîkî nêzî şerê li dijî gelê kurd nebûye. Ev şerê ku bi bi deh salane dewam dike di çarçoveya stratejiyek kur û berfireh de tê kirin. Li pişt vê stratejî jî ne tenê dewleta tirk gelek welatên herêmî û navneteweyî hene. Bi taybet ji îradeya kurdên azad ji holê rakin serî li her cûre qirêjiyê didin. Mînaka vê mi li Zap, Metîna û Avaşînê dît. Gelek caran tevî ku hate belgekirin, dewleta tirk çawa li dijî gerîlayên azadiyê çekên qedexe ên kîmyewî û termobarîk bi kartîne jî ji kesî deng derneket. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tevî hemû pispor û hiqûqnas dibêjin ev dervî pîvanên navneteweyî ye jî kes dengê xwe nake, mîna rojevek wisa nîne wek her care ji nedîtîve ve tê û paşguh dike, xwe li hemberî vê neheqiyê ker, lal û kor dikin.

Bêguman bi van êrişan re hebûna gelê kurd jî tê înkar kirin. Hewl welatên cînar jî bikşîne nava vê siyaseta înkarê. Divê bê zanîn ku dewleta tirk ku her cûre gef û şantajan bi kar tîne, di bin rêveberiya şefê faşîst Erdogan de ji bo Iraqê talûkeya herî mezin a ewlekariyê ye. Dewleta tirk xaka Iraqê dagir kiriye, bi sedan baregehên dayîmî û demkî ava kirine, bi deh hezaran eskerên xwe bi cih kirine, heya niha herî kêm 165 welatiyên Iraqê qetil kirine û bi sedan kes birîndar kirine. Ev ne zilm û dagirkeriyê çiye? Li beramberî van gefên eskerî, di warê aborî, ewlehî, çandinî, enerjî, av û tendirûstiyê de jî gefan dike. Ji ber di hemû van qadan de herêm dagirkiriye, vê dagirkeriyê weke çekekê bi kar tîne.

Di civîna li Bexdayê de ev mijar hemû li ser masê bûn. Bêgûman heyeta dewleta tirk a bi dagirkeriya xwe ya li herêmê li hemberî bêhelwestiya rêveberiya Iraqê bi destekî xurt çû ser masa hevdîtinê. Di encam de hin gotin û têgehên ku di pratîkê de tu girîngiya wan nîne, xistin mentê li hevkirinê.

Hemû armanca dewleta tirk a dagirker û rejîma wê ya faşît a AKP/MHP’ê ewe ku tifaqada dij-kurd mezin bike. Di vê çarçoveyê de hevdîtina dawî ya li Bexdayê girîng e. Divê bê zanîn ku tiştên dewlta Tirk li ser rêvebiriya Bexdayê ferz dike înkara gel e, înkara gelê Kurd e ku di destûra bingehî a Iraqê de hatiye naskirin. Lewma biryarên ku bi rastiya gelên herêmê înkar dike û bi taybet jî îradeya gelê binpêdike wê bi xwe re xeteriyê mezin bine. Wisa diyare ku neyarên gelê Kurd di salvegera komkujiya Helebce de dixwazin peymanên fermanên li ser gelê kurd girêbidin. Gelê ku îro ji bo hemû Rojhilata Navîn bûye çavkaniya herî mezin a Azadiyê wê li hemberî van peymanên ku bindestî, koletî û dagirkeriyê li ser ferz dike. bêdeng nemîne.