2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê jin Efrînê ji berê jî xweştir bikin!

Em îro jî dibînin wê berxwedana ji bo Efrînê û ji bo bajarên Serêkanî û Girêspî jî bidawî nebin. Di encamê de wê parçeyên puzzle bikevin cihê xwe û gelê Efrînê bikaribe vegere cih û warên xwe. Wê jinên Efrînê jiyaneke ji berê xweştir û aramtir ava bikin

Beriya 6 salan weke îro bajarê Efrînê, bajarê ku li aliyekê weke warê zeytûnan û li aliyê din jî weke bajarê jinan dihat binavkirin, hat dagirkirin. Ji hingî dewleta tirk a dagirker bajêr wêran kir û dagir kir, êdî tenê şopên hovitiyê tên dîtin. Efrîn di sala 2014’an de weke kanton hatibû îlankirin. Berxwedana Serdemê li Efrînê 58 rojan dewam kir. Gelê Efrînê û bi taybet jinên Efrînê dest dan hev û li dijî terikandina warên xwe li ber xwe dan.

Encamên şer gelekî giran bûn. Ji sedî 96 yê 500 hezar welatiyên Efrînê kurd bûn. Weke din ereb, tirkmen, ermenî û gelên din jî li wir dijiyan. Lê piştî 6 salan tenê nêzî ji sedî 20 kurd li bajêr mane. Efrîn di avakirina pergala 2 hezar êzidiyên li Efrînê dijiyan jî, ji wana tenê nêzî 2 hezarî mane. Dewleta tirk a dagirker bi bicihkirina çeteyên xwe, demografya bajêr guherî, zimanê kurdî qedexe kir (weke li Bakur) û bajar bi walîtiya Hatayê ve girê bidin. Dibistanên tirkî hatin vekirin û ala Tirkiye li bajêr hat raxistin.

Lê dê ev al li bajarê kurdan nemîne û wê ev guhertin hemû werin hilweşandin. Bi darê zorê ketin bajêr, lê wê bajêr bi darê zorê nikaribin di destê xwe de bigirin.

Efrîn di avakirina pergala Konfederalîzma Demokratîk de rol û mîsyonek mezin lîst. Yek ji sedemên ku ji Efrînê re bajarê jinan dihat gotin jî ew e ku li Efrînê navendên çandê yên bi şopên xwedavend Îştar hatin avakirin, pîrozgehên bi navê jinan li vir hatin avakirin û parastin, dîsa zimanek taybet ku tenê jin pê dizanin hat pêşxistin, jê re dibêjin zimanê çûkan. Dîsa şikeftên jinan ên weke Şikefta Bûkê û Şikefta Qîzika ên li Efrînê jî bi navê xwe balê dikişînin. Ev cih bermahiyên çanda jinane ku heta dagirkirina bajêr jî bi kedek mezin hatin parastin.

Tenê bi wan mînakan jî em dikarin îdîa bikin ku Efrîn bi rastî jî bajarekî jinan bû. Bi şoreşa jinan a Rojava re ev rengîniya Efrînê her ku çû zêdetir derket. Jin êdî dikarîn pir bi rehetî xwe birêxistin bikin û di hemû aliyên jiyanê de çand, ziman, bawerî û xweparastinê û hwd. pêş bixînin. Jinên Efrînê hema yekser piştî şoreşê, derfetê nirxandin û gelek projeyan bi pêş xistin. Weke li hemû qadên şoreşê, jin êdî hîn zêdetir bi xurtî tev li kar û xebatan bûn.

Sala 2018’an di 20’ê çileyê de dewleta tirk a dagirker dest bi êrîşên xwe yên dermirovî yên li dijî bajarê jinan kir. Şerê Efrînê ku bi navê ‘Berxwedana Serdemê’ hat meşandin 58 rojan dewam kir.

Di 18’ê adara heman salê de dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe ket nava bajêr û bajêr tarûmar kir. Bi hezaran welatiyên Efrînê neçar man koçber bikin. Lê bi vê re nema, heta roja îro jî kiryarên li dijî efrîniyan dewam dikin. Li wir îşkenceya cur be cur li dijî mirovan tê meşandin. Mirov û bi taybet jin tên revandin, destdirêjî li wan tê kirin, fîdye tên komkirin, herî dawî jî bi rasthatina salvegera dagirkirinê re zarokek kurd hat kuştin. Çeteyekê dewleta tirk Ehmed Xalid Mamo yê hîna 15 salî bû avêt bîrekê avê. Wehşeta çeteyan bi dagirkirina bajêr re bêguman bidawî nebû. Dewleta tirk û çeteyên wî bi vî awayî hewl didin berxwedana bi pêşengtiya jinên Efrînê bidin jibîrkirin.

Lê weke îro berxwedana şervana YPJ’ê Avesta Xabûr û Barîn Kobanî li ber çavên me zindî dibe. Herdu şervan jî pêşengtiya Berxwedana Serdemê kirin û navê xwe di dîroka de nivîsandin. Me Şehîd Avesta û Şehîd Barîn weke mînak dan, lê di vî şerê de bi dehan şervanên mînak hebûn. Weke jinên kurd û jinên Efrînê yên beriya wan jî, ew bûn sembolên berxwedaniyê. Armanca kiryarên dermirovî yên li Efrînê jî ev ruhê berxwedanê ye, dibêjin qey bi vî awayî dikarin ruhê berxwedanê têk bibin.

Lê em îro jî dibînin wê berxwedana ji bo Efrînê û ji bo bajarên Serêkanî û Girêspî jî bidawî nebin. Di encamê de wê parçeyên puzzle bikevin cihê xwe û gelê Efrînê bikaribe vegere cih û warên xwe. Wê jinên Efrînê ji berê xweştir û aramtir, jiyanekê welê ava bikin ku wê birînên gelê me bipêçe.

Wê ew çeteyên ku ji derve li Efrînê hatin bicihkirin hemû têk biçin û wê Efrîn weke berê bibe bihûşta jinan.

Wê zindanên ku taybet ji bo jinan vekirin bi serê dagirkeran de hilweşin. Ji ber ku soza jinên Efrînê ji bo warê wan heye. Jinên Efrînê di nava berxwedanê de destê xwe ji bajarê xwe nekirin û digotin ‘Efrîn, Efrîna me ye û em wê di destê dagirkeran de nehêlin’. Ev soz careke di dîrokê de hat nivîsandin û wê neyê jibîrkirin. Tişta ku hat xirakirin dîsa dikare were avakirin, lê tenê yên ku cewhera vî baweriyê li gel wan hebe dikarin bibin wesîleya avakirinê. Wê dagirker nikaribin hebûna xwe li warê zeytûnan bidomînin, ji ber ku bedêlên Berxwedana Serdemê giran bûn û wê neyin jibîrkirin. Bi vê wesîleyê Şehîdên Berxwedana Serdemê jî bibîr tînim. Bila bizanibin ku wê xwîna wan li erdê nemîne û wê kiryarên dagirkeran li vî bajarê bihûştê li dijî gelê Efrînê bê hesab nemînin. Rabûna xelkê Efrînê di dema zarokê biçûk hat kuştin jî nîşaneya vê yekê ye. Dema dilopa dawî ket, wê kî bikaribe pêşî li ber lehiyê bigire?