9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ehmed: Her roj Newroza Azadiyê ye

Hevserokê Înîsiyatifê Muhammedemîn Seyît Ehmed, têkildarî taybetiya Newroza Îsal anî ziman ku ruhê pêngavê, dîlgirtina 26 salan a Rêber Ocalan, tecrîda giran a 3 salên dawî, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Rojava û têkçûna dewletê baweriya gel a Newrozê bikin Newroza azadiyê zêdetir dike.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya Newroza 2024`an diyar bû. Pîrozbahiyên îsal wê bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bên lidarxistin. Înîsiyatîfa Gel dê îsal li 14 navendan Newrozê piroz bike. Nûnerên Înîsiyatîfê têkildarî bernameyê agahî dann û destnîşan kirin ku dê li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Kobanê, Minbic, Şehba û Helebê Newrozê pîroz bikin. Di çarçoveya amadekariyên pîrozbahiyan de li hemû navçe û bajaran pîrozbahiyên kolanan tên lidarxistin, qad û rêyên sereke bi rengên Newrozê tên xemilandin. Li tevahiya herêman wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şehîdên Newrozê hatine daliqandin. Navendên Çand û Hunerê yên li bajaran jî amadekariyên muzîk, govend û şanoyê dikin. Di nava civakê de jî coş û heyecana Newrozê zêde bûye, welatî cil û bergên herêmî amade dikin. Çav li rêye ku pîrozbahî ji her sal cudatir bi tevlêbûneke xurt pêk werin, li hemberî dagirkerî û komkujiyan peyamên têkoşîn û yekrêziyê werin dayîn.

Hevserokê Înîsiyatifa Parêzerê Sûriyeyê ya Parastina Rêber Ocalan, Muhammedemîn Seyît Ehmed ku di komîteya Newrozê de jî cih digire anî ziman ku Newroza îsal ji Newrozên borî tevan cudatir e û wiha got: “Di dîrokê de jî îsal Newroz pir cudaye. Li çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê jî Newroz îsal pir cudaye. Îsal pêşwazîkirinek pir cuda heye. Çima îsal cuda ye? Vê carê Newroz bû Newroza gelan. Berê dihat gotin ku Newroza kurdan tenê ye. Çanda kurdan û têkoşîna kurdan bû sedem ku Newroz a azadiya hemû gelan e. Newroz serkeftin û serxwebûn e. Newroz jiyan û demokrasî ye. Bi têkoşîna gelê kurd Newroz gihişt vê astê. Îro li her gund, navçe û bajaran beriya Newrozê bi alên Rêber Ocalan û wêneyên şehîd û peqrewanan hatine xemilandin. Bi drûşma û nîşanên serkeftinê qad û kolan hatine xemilandin.”
Seyîd Ehmed, pirsa Newroza 2024’an çima cuda ye ji xwe kir û got: “Li gori dîtin û nerînê me, Newroz îsal xwedî wateyek pir cuda ye. Ez wekî parêzer û wekî çalakvanên mafnasî ez dizarim sedeman rêz bikim.”

Seyîd Ehmed sedemên girîngî û cudahiya Newroza îsal xal bi xal rêz kir. Seyîd Ehmet li ser xala yekemîn rawestiya û got: “Sedema yekemîn; çima Newroz îsal çima cuda ye. Ji ber ku pêngava cîhanî ya “Ji Rêber Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” Newroz pir girîng e. Piştî pêngavê Newroza yekemîn bi vê dirûşmeyê tê pîrozkirin. Ji 74 navendan li gorî Rêber Ocalan li asta cîhanê pêngavê dest pê kir. Vê pêngava dest pê kir êdî dê neye rawestandin. Hemû gelê cîhanê hişyar kir. Gelê cîhanê êdî fikr û felsefeya Rêber Ocalan ji bo xwe qebûl dike. Azadiya Rêber Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bi hevre girêdayî ye. Êdî hemû kesên ji fikra Rêber Ocalan bawer dike çareseriyê jî bi azadiya Ocalan ve girê didin. Vê dirûşme hestê gelan gur kir.

Azadiya Ocalan û Newroz bi hevve girêdayî ye

Vê hişyariyê ruhê Newrozê geş kir. Tê gotin ku Azadiya Rêber Ocalan Newroz e. Hişyarkirin û xwedîderketina Newrozê, hişyarkirin û xwedîderketina azadiya Rêber Ocalan e. Newroz bi pêngavê ve girêdayî ye. Pêngav û Newroz bi hevre bûne yek. Wateya Newrozê vê carê bêtir xuya bû. Divê pêngav xwe di Newrozê de û Newroz jî xwe di pêngavê de bide xuyakirin.
Azadila Rêber Ocalan bûye rojeva cîhanê
Ehmed sedema duyemîn jî azadiya Ocalan wekî pirsgirêka cîhanî pênase kir û wiha axivî: “Pirsgirêka azadiya Rêber Ocalan li ser masa navdewletî û tevahiya cîhanê ye. Azadiya Rêber Ocalan bûye pirsgirêka cîhanî. Dîsa pirsgirêka statuya kurd jî bûye pirsgirêkek cîhanî. Vê yekê hişt ku her kes hestiyar û berpirsiyar tev bigerin. Vê yekê hişt ku Newroz bibe xelata serkeftin û çareseriyê.
Çîroka Kawayê hesinkar û zilma Dehaq her kes dibîne ku di vê newrozê de ji nûve xwe nûjen bike. Her kes azadiya fizikî ya Rêber Ocalan di vê Newrozê de dibîne. Ji ber vê yekê her roj dikin Newroz. Netenê 21’ê Adarê her roj Newroz e. Ji 10’ê cotmeha 2023’an heta niha pêlên Newrozê gur dibin. Her roj kêf û şahî çê dibin û her roj Newroz çêdibin.”
Jîna Emînî Jin jiyan azadî li cîhanê belav kir
Prz. Seyîd Ehmed, sedema Sêyemîn jî wekî serhildanên li Îranê nîşan da û wiha berdewam kir. “Ya ku hişt Newroz bigêje asta cîhanê, pirsgirêka Jîna Emînî ye. Jîna Emînî ku li Îranê bû peqrewan û bi “Jin Jiyan Azadî” li cîhanê belav bû. Ev hêza newrozê geştir kir. Ev ket ser herdu sedemên din.”

Rêber Ocalan 26 sal in dîl girtî ye

Berdevkê înîsiyatifê Seyîd Ehmed, sedema çaremin jî 26 salên girtina Rêber Ocalan nişan da û wiha lê zêde kir: “Her kes piştî vê pêngava cîhanî û piştî pirsgirêka azadiya Rêber Ocalan bi pirsgirêka kurd re hat ser masa cîhanê û di her kesî de şiyariyek çebû û her kes li ser vê meseleyê rawestiyan, revandina Rêber Ocalan ket sala 26’an. Îro her kesên azadiya Ocalan dixwaze, li ser dîlgirtina Ocalan a 26 salan rawestiya ye. 26 sal in Rêber Ocalan di tecrîdê de ye. Destûr nadin ku malbat û parêzer biçin hevdîtinê. 3 sal in agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Ev rewş li cîhanê belav bûye. Vê hestê gelên cîhanê ji bo azadiyê gur kir. Hişt ku îsal bêtir di Newrozê de hestên xwe bîne ziman. Di vê newrozê de her kes dê bi vê hestê beşdarî Newrozê bibin.”
3 sal in agahî ji Rêber Ocalan tune
Seyîd Ehmed sedema pencan jî bi nebedîbûna Rêber Ocalan ve girêda û wiha pêde çû: “Nebedibûna Ocalan gelek nebedîbûn çêkir. Ji Adara 2021’an heta niha agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Nebedîbûn (Agahijênegirtin) ji bo gelek kesan bû xem û fikar ku li hemberî vê rewşê hestiyar tev bigerin. Ji hemû kesên ku doza mafên mirovan, demokrasî û edaletê dikin re bû xem û fikar. Hemû kesên demokrasî û azadiyê dixwazin ji bo wan bû xem. Şoreşa Rojava rojane pêlê wê gur û geş dibin. Ji 9’ê Cotmeha 2019’an heta niha pêngava ji bo azadiya Rêber Ocalan li Rojava dest pê kiriye. Wê demê înisiyatifa azadiya Rêber Ocalan ava bû. Înîsiyatifa parêzeran jî di 14’ê sibata 2021’an de ava bû. Di Gulana 2023’an de bû înîsiyatifa Parêzeran a Sûriyeyê. Ji wê demê têkoşîna azadiya Rêber Ocalan zêdetir bû. Rêber Ocalan feylozofek. Nabe girtî bimîne. Ev girtîbûna wî hemû parêzer hişyar kir.
Ji ber van sedeman girîngî û wateya vê Newrozê zêdetir bû. Bû sedem ku her roj agirê Newrozê geş bibe.”

Her roj cezayê dîsîplînê didin

Seyîd Ehmed, sedema şeşeyin bi cezayê dîsîplînê yê rojane ve girêda û ev agahî dan: “Dewle tirk a faşîst rojane cezayê dîsîplînê dide Rêber Ocalan. Hemû hincetan bi cezayê dîsiplinê ve girê dide. Rojane cezayê disipline li Rêber Ocalan dibirin. Ev cezayên rojane, dihêle ku bertekên gel rojane zêde bibe. Cezayê rojane, dihêle ku rojane bertekên gel zêdetir bibe û gel bêtir beşdarî Newrozê bibe. Dihêle ku her roj gel Newrozê pîroz bike û daxwazên xwe yên azadiyê bîne ziman.”
Berxwedana YPJ, YPG’ê baweriya gel a azadiyê zêde dike
Seyîd Ehmed edema heftemîn bi têkoşîn û serkeftina YPJ û YPG’e ve gireda û got: “Berxwedana bêhempa ya HSD’ê ya li dijî terora DAIŞ’ê bawriya gel zêde kir. Ji 2019’an heta niha serkeftina HSD, YPJ, YPG’ê baweriya gel zêdetir kir. Baweriya gel xurttir kir û bû sedem ku bedir li dijî terorê li Newrozê xwedî derkeve.”

Her roj tecrîd girantir dibe

Ehmed sedema heştemîn jî bi tecrîdê ve girêda û wiha axivî: “Rojane tecrîd giran dibe. Rojane fikarên gel zêde dibe. Ev dibe sedem ku her kes bi hişyarî tev bigere û ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan dakevin qadên Newrozê.”
Seyîd Ehmed, sedema nehemîn bi êrîşên dewleta tirk ve girêda û wiha pêde çû: “Êrîşên dewleta faşîst a li dijî çavkaniyên jiyanê ya li herêma Rojava hêrsa gel zêde dike. Van êrîşan hişt ku gel bêtir li dijî van êrîşan vîna xwe li qada Newrozê nîşan bide. Hişt ku gel bêtir li azadiya Rêber Ocalan xwedî derkeve û vê hestê li Qada Newrozê bîne ziman.”

Temenê dewletê kêm maye

Muhammed Seyîd Ehmed herî dawî anî ziman ku sedema dehemîn ewe ku êdî her kes bawer dike êdî dewleta tirk a faşist ji emre xwe dixwe û wiha bi dawî kir: “Ev yek baweriyê dide her kesî ku dê serkeftin nêzîk be. Ev baweriya dihêle ku hestê her kesî gur bibin û baweriya wan a serkeftinê zêde dibe. Newroz serkeftin e. Ji bo vê yekê Newroz ya her kesî ye. Her roj Newroz e. Newroza azadiyê ye.”