spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Minbicî azadiya Ocalan dixwazin

Endamê Însiyatîfa Gel a Sûriyeyê ya Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xebatên komkirina îmzeyan berdewam dikin. Minbicî eleqeyek zêde nîşanî îmzeyan didin.

Endamên Înîsiyatifa Gel a Sûriyeyê ya Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bal kişand ser tevlêbûna şêniyên kantona Minbicê ya kampanyaya komkirina îmzeyan û got “Tevlêbûna xurt ji aliyê şêniyên ve heye. Ev tevlêbûna baweriya wan a bi vê yekê nîşan dide ku azadiya fizîkî ya Rêbertî pêwîstiyeke bingehîn e.”

Kampanyaya li gundên herêmên Muhtereq û Muhtereqa Mezin ên kantona Minbicê dewam dike. Têkildarî eleqeya şêniyan a bi kampanyayê re, hevserokê Meclisa El Muhtereq Munîr El Ewed diyar kir ku li Minbicê ji destpêka Adarê ve îmze têne komkirin û got: “Heta niha sed hezar îmze hatine komkirin. Armanc ji vê kampanyayê azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Munîr El Ewed bal kişand ku tevlêbûna kampanyayê xurt e û wiha domand: “Hejmareke mezin a şêniyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe didin.”

Endamê Înisiyatîfa Gel a Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Husam El Şewax jî li ser beşdariya şêniyan got: “Beşdariyeke xurt ji aliyê gel ve heye ku mîna wê çênebûye. Ev beşdarî çavkaniya xwe ji baweriya gel a ku azadiya fizîkî ya Rêbertî pêwîstiyeke lezgîn û bingehîn e digire.”

Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9’ê Sibata îsal dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kir. Îmzeyên werin komkirin dê ji Konseya Yekitiya Ewropayê re werin şandin.

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Adarê de ragihandibû ku zêdetirî 2 milyon û 800 hezar îmze hatine komkirin. Armanca kampanyayê komkirina 3 milyon îmze ye.