15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

146 roj in aqûbeta Silêman Ehmed nayê zanîn

146 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin. PDK’ê Ehmed revandibû û nayê zanîn ku birine ku.

146 roj in rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyekê îdia kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li Ehmed xwar û îtiraf kirin ku ew revandine. Parêzerê Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd gotibû: “Me 2 caran serî li Dadgeha Dihokê kir û 2 caran jî dadger biryara daxwaznameya me ya hevdîtina Silêman Ehmed da. Lê Asayîşê ev biryar jî binpê kir. Li gorî qanûna darazê ya Iraqê madeya 40’an divê her aliyek li gorî biryara dadger bimeşe. Lê Asayîşê rê neda em Silêman Ehmed bibînin û bibin wekîlê wî.”

Parêzer destnîşan kiribû ku tawanên li dijî Silêman ne rast in û gotibû: “Silêman bi awayekî fermî derbasî Rojava bibû û fermî ji wir vegeriya bû. Di heman demê de belgeyên wî yên fermî yên bicihbûna li Başûrê Kurdistanê hene û tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune ne.”

Ajansa Rojnewsê di 25’ê Çileyê de der barê revandina Silêman Ehmed de civîneke çapemeniyê li Navenda Metro ya li bajarê Silêmaniyê li dar xistibû û diyar kiribû: “Ev kiryara PDK’ê nîşanek metirsîdar û tolhildana siyasî ye. Silêman Ehmed pênûsa xwe nefirot, ji ber wê di girtîgehê de ye. Em piştrast dikin ku Silêman Ehmed bê suce, ji ber kar û erkên xwe yên rojnamevanî û helwesta xwe ya wek rojnamevanek azad û serbixwe hatiye revandin û windakirin. Berpirsyartiya ewlehî û jiyana wî li stûyê PDK’ê û desthilatdarên herêmê ye.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 29’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK`ê kir ku demildest wî serbest berdin.

Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest di deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 146 roj e agahî jê nayên girtin.