6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd dest pê kirine, 113 in didome.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 113’an de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya” hate destpêkirin. Girtiyên azadiyê destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê sibatê tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Li ser navê girtîgehan Denîz Kaya di 12’ê Sibatê de daxuyaniyeke din da. Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.”