4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serpêhatiya Rizgo dizê kera wî

Rizgo di herêmê de mirovek di govend, şîn û şahiyan de di nava civakê de dihat heskirin. Di malbata xwe de di kar û xebatê de kedkar bûye.

Rizgo di herêmê de mirovek di govend, şîn û şahiyan de di nava civakê de dihat heskirin. Di malbata xwe de di kar û xebatê de kedkar bûye. Car caran di nava malbatê de di navbera dayika Rizgo û hevjîna wî de pevçûn rû didan.

Her çiqas ji dayika xwe re bi rêz û ihtiramê birgita jî dayika Rizgo bi nifir û afiran li Rizgo dikir û digot:

Tu çima hevjîna xwe bernadî û nazewîcî. Bi vî awayî cînar, der û dor bi vê jiyana mala Rizgo hesiyabûn. Rizgo mirovek karker û xebatkar bû, car caran ku karên wî serast neçûba digot dibe ku min bêxatiriya dayika min nifir li min kiribe.

Ji ber ku rewşa wî ya aborî baş bû jiyaneke baş dijiyan. Rizgo ji dayika xwe re dibêje;

Ger ku destûra te hebe, ez îro biçim bajêr ji we re hesp an jî çarpêyek bikirim, barên xwe bibin sûkê.

Dayika Rizgo dibêje ku tu heywanek bikirî, tu û hevjîna xwe her roj siwarbin herin nava rezan, ez jî li malê bim, tu bi gotina min nekî ez te helal nakim. Rizgo tûrikê xwe dide pişta xwe û diçe bajêr.

Li nava meydana pez û dewaran digere. Dibîne mirovek hevsarek avêtiye serê kerê û dibêje ez difroşim. Rizgo lê dinhêre çarpêyek boz wek hespek kihêl e.

Diçe bal xwediyê çarpê dibêje bira ez ê bikirim. Camêr fiyat û rayişa kera xwe dibêje dikire. Hinek pêdivî ji xwe re distîne, kera xwe bar dike ew ê bi rê bikeve û were gund. Du kesên cambaz û diz didin pey Rizgo ku kera wî bidizin .

Herdu kes tên bal Rizgo silavekê didinê û dibêjin;

Bira em jî dixwazin bi te re hevaltî bikin.

Rizgo kêfxweş dibe ku ev herdu zilaman pê re bibin heval. Herdu kes diz û ‘cambaz in’ ku derfeta wan çêbibe kerê bibin. Gundê Rizgo nêze, yek ji wan kesan dikeve milê Rizgo pê re dimeşe. Yê mayî li rexê kerê dimeşe. Hevsarê kerê ji stûyê wê derdixe û davêje sitûyê xwe. Ker di cî de disekine.

Rizgo haya wî jê nîne her wekî kera xwe destkêş dike. Lewre zilam di milê Rizgo de ye jê re serpêhatî û çîrokan dibêje. Tên ber gund li ber avahiyekî xirabe zilam ji Rizgo re dibêje:

Ez ê xatir ji te bixwazim û direve. Haya Rizgo ji bayê felekê nîne ku ker çûye hevsar di sitûyê zilam de ye. Bi vê awayê tê ber derê xwe bang dike dayê, zarno ka derkevin ez hatim. Min  kerek Şamî wek hespê ji we re aniye. Bi deng û qêrîna Rizgo re malbat dertên derve dibînin hevsar di serê zilamekî de ye.

Dayika Rizgo hawar dike “Rizgo ev zilam e yan kere te ji me re anî ye” Rizgo dema vedigere dibîne zilam e. Zilam hevsar di sitûya de ye sekîniye her wekî ku kera Rizgo ye .Dayika Rizgo dibêje;

Xorto tu kî yî, insî cin î.

Ew xort digirî û dest bilind dike ji Xweda dia dike û dibêje;

Ya reb şikurdari m ku ez carek din bûme mirov.

Xaltî dayika min li min nifir kiribû ez bibûm ker bar li min dikirin. Lê dîsa ji Xweda dia kiriye ez bû me mirov.

Dayika Rizgo dibêje lawê min ji vir pêve qedr û qîmetê dayikan bizanibin. Here oxir û feleka te ya xêrê be. Zilam direve diçe bal hevalê xwe û kera xwe dibin.