3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newrozê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Pîrozbahiya Newrozê li 8 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêxistina agir û coşek mezin dest pê kir.

Li gundê Mamşûr ê Dêrikê, gundê Hilêq ê Dêrikê, gundê Dirêcîkê yê Tirbespiyê, gundê Hîmo yê Qamişloyê, gundê Çaxirbazar ê Amûdê, Sedxerbî (Bendava Rojava) ya li Hesekê, gundê Çolbistan ê Dirbêsiyê û Stadyuma Beledî ya li Reqayê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir.

Pêkhateyên herêmê; kurd, ereb, suryan, ermen, asur û çerkes bi cilên xwe yên taybet herikîn qadên Newrozê ku bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, QSD, YPG, YPJ û Meclisa Malbatên Şehîdan hatine xemilandin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî pîrozbahiyan bûne. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd beşdarî Newroza Tirbespiyê dibe, hevseroka MSD’ê Leyla Qereman beşdarî Newroza li Hesekê û hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah jî beşdarî Newroza li Qamişloyê dibe.

Pîrozbahiyan bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve dest pê kir. Axaftin dê werin kirin û çalakiyên çandî û hunerî werin lidarxistin.

Pîrozbahiyên li Kobanê, Şehba û Helebê ji ber baranê û rewşa hewayî hatin taloqkirin.